• Monday, 09 February 2026
logo

Li dijî 21 parlamenterên HDPê fezleke hatine amadekirin

Gulan Media April 24, 2020 Nûçe
Li dijî 21 parlamenterên HDPê fezleke hatine amadekirin
Wezareta Dadê ya Tirkiyê 30 fezleke li dijî 21 parlamenterên HDPê amade kirine û pêşkêşî serokatiya parlamentiya wî welatî kir.

Medyaya Tirkiyê belav kiriye ku ji bo rakirina parêzbendiya 21 parlamenterên HDPê, Wezareta Dadê ya wî welatî 30 dozên tawanan pêşkêşî parlamentoyê a kiriye, da ku bixe bernameya karê rojane ya encûmena giştî ya parlemanê û piştre jî bikeve dengdanê.

Li gor agahiyan, di derheqê Kemal Bulbul de 3 dosye, ji bo her yek ji Nimetullah Erdogmuş, Saliha Aydeniz, Gulistan Kiliç, Muazzez Orhan, Nuran Îmîr û Semra Guzel 2 fezleke hatine amadekirin.

Herwiha ji bo her yek ji Pero Dundar, Said Dede, Şevîn Cişkon, Dersim Dag, Musa Farisogullarî, Necdet Îpekyuz, Ayşe Surucu, Ayşe Acar Başaran, Kemal Pekuz, Meral Daniş Beştaş, Ridvan Turan, Sezayi Temellî, Ramziye Tusun û Leyla Guven jî fezelekeyek hatiye amadekirin.

Rudaw
Top