Çekdarekî DAIŞê ji ber îşkencekirina zaroka Kurd a 5 salî tê darizandin
Îro înê 24ê Nîsana 2020an yekemîn civîna dadgehîkirina çekdarekî berê yê DAIŞê yê bi navê Teha li Dadgeha Bilind a Frankfurtê li Almanya birêve diçe.
Teha 37 salî û xelkê Iraqê ye û ligel hevjîna xwe ya bi esil Almanî ya bi navê Jeniffer bi tohmeta birçîkirin û îşkencekirina zarokeka Kurd a Êzidî hatine desteserkirin.
Jeniffer 29 salî ye û di nava hêza jinên DAIŞê de çalak bûye û erka wê lidûvçûn ji bo pabendbûna jinên jêr desthilata DAIŞê bi biryar û yasayên wê rêxistinê bûye.
Jeniffer di Nîsana 2019an de bi tohmeta endamîtiya DAIŞê û îşkencekirina zaroka 5 salî hatibû darizandin. Ew zaroka 5 salî navê wê Raniya bû û keça jineke Kurda Êzidî bû ku ew jin ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin. Jeniffer û Teha weke koleyan reftar ligel wê zarokê û dayika wê kiribûn.
Li gor dadgeha Almanî, Jeniffer û hevjînê wê yê bi navê Teha J A, ew dayika Kurda Êzidî û keça wê kirîbûn û piştre keça 5 salî li bajarê Felûce ya Iraqê li ber rojê girêdabûn û dest jê berdabûn heta ku ji ber germê canê xwe ji dest dabû.
Jeniffer xelka bajarokê Lone ye ku dikeve herêma Nedraksen a Almanyayê û sala 2018an dema ku xwastibû dubare vegere nav DAIŞê, hatibû desteserkirin.
Parêzerê mafên mirovan Amal Clooney, hevjîna aktorê navdarê Hollywoodê George Clooney, li dijî Jenifferê doz vekiriye, lê belê Amal bixwe beşdarî di ti civînên dadgehê de nekiriye û parêzerek bi nûneratiya wê amade dibe.
Amal Clooney, parêzerê mafên mirovan li Londonê, nûneratiya çendîn qurbaniyên Kurdên Êzidî û ji wan Nadiya Murad kiriye.
Teha piştî rûxana xelafeta DAIŞê, ji Iraqê reviyabû û wek penaber li Yunanê dijiya, lê di Cotmeha sala 2019an de hikûmeta Yunanê, Teha radestî Almanyayê kir daku bihê dadgehîkirin. Bi wê yekê re, Teha bû yekemîn kes ku li ser tawanên li dijî Kurdên Êzidî li derveyî Iraqê û Sûriyê hatibe dadgehîkirin.
Serdozgerê Giştî yê Almanyayê, Teha bi komkujiyê, endambûna di rêxistineke terorîstî de, tawanên şer û bazirganiya bi mirovan tohmetbar dike.
Bi dirêjahiya 2 salên bihorî, welatên rojavayî bi xwedûrgitinê serederî li gel pirsa wergirtina çekdarên biyanî yên DAIŞê kirine, yek ji hincetên wan welatan jî ev bûye ku dîtina belgeyên îsbatker li ser endambûna wan kesan di rêxistina DAIŞê de karekî ne asan e û sîstema dadweriyê ya wan welatan jî rê li wê yekê digire, ku cezayên giran bi ser wan kesan de were sepandin, eger belgeyên pêwîst li ser tawanbarkirina wan tine bin.
Di havîna 2014an de, DAIŞê êrîşî Şingalê û derdora wê kir û di wê êrîşê de zêdetir ji 5000 zilamên Kurdên Êzidî hatin kuştin, nêzîkî nîv milyon kes ji akinciyên deverê aware bûn û herwiha di encama êrîşê de çekdarên DAIŞê zêdetirî 6000 keç û jinên Êzidî revandin, ku heta niha çarenivîsa nîvê wan keç û jinan ne xuya ye..
Tenê li Sûriyê zêdetirî 2000 çekdarên biyanî yên DAIŞê li girtîgehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de girtî ne.
Jinên Kurdên Êzidî ji rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî re gotine, ne tenê çekdarên DAIŞê lê belê hevjînên wan çekdaran jî di tirsandin û îşkencekirina jinên Kurdên Êzidî de dest hebûne.
Jinên çekdarên DAIŞê, eger beşdarî di ti şeran de nekiribin, cezayên sivik li wan tê birîn.
Rudaw
