• Monday, 09 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê li 46 salvegera burdûmankirina Qeladizê peyamek belav kir

Gulan Media April 24, 2020 Nûçe
Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê li 46 salvegera burdûmankirina Qeladizê peyamek belav kir
Li 46 salvegera bombebarankirina bajarê Qeladizê, Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê peyamek belav kir, ev jî deqa wê peyamê ye:

Li salvegera burdûmankirina bajarê Qeladizê li 24/4/1974 ji alîyê rijêma Diktatora Beisê ve, ku bû sedema kavilbûna Bajêrî û şehîdbûn û birîndarbûna bi sedan kesên bê gunah, ku pişkeke mezin ji wan xwîndkaryên Zanîngeha Silêmanîyê bûn, ku wê demê li Qeladizê bû. Cihê daxêye, li 24/4/1982 jî rijêma Beisê dîsan tawanek dî beranberî wî bajêrî encam da û xwenîşandek gullebaran kir, ku bo rêzgirtinê ji qurbanîyên burdûmana Qeladizê hatibû encamdan.

Serê xwe birêz û newaziş ve dadiçemînin bo canê pakijê şehîdên herdû karesatan û bi rêz ve bîranîna wan dikîn.
Top