Li Dêrsimê tevahiya nexweşên koronayê baş bûn
Li Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê hemû nexweşên koronayê baş bûn û bo malên wan hatin şandin. Parêzgeriya Dêrsimê di daxuyaniyekê de aşkere kiriye, ku li wê parêzgehê hemû nexweşên koronayê baş bûn.
Parêzgarê Dêrsimê, Tuncay Sonel da xuyakirin, “herî dawî îro înê 8 nexweşên koronayê baş bûne û ji aliyê stafa nexweşxaneya bajarê Dêrsimê ve bi çepikan bo malên xwe hatin şandin.”
Dêrsim dibe yekemîn parêzgeha Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ku bi tevahî ji vîrusa COVID-19 pak dibe.
Hejmara nîştecihên wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê tenê 84 hezar û 660 kes e û piraniya wan Kurdên Elewî ne û bi zaravê Zazakî yê zimanê Kurdî diaxivin.
Ji destpêkê ve heta îro 16 haletên pêketina vi COVID-19 li Dêrsimê hatibûn tomarkirin, ku hemû baş bûne û ti haleteke mirinê nehate tomarkirin.
Li gor amarên herî dawî yên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, hejmara tûşbûyên koronayê li wî welatî gihîştiye 101 hezar û 790 kesan ku 2 hezar û 491 kesan canê xwe ji dest dane û 18 hezar û 491 kes jî baş bûne.
Rudaw
