• Monday, 09 February 2026
logo

Beşîr Hedad: Pişka Kurd di Kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê de her wekî berê ye

Gulan Media April 24, 2020 Nûçe
Beşîr Hedad: Pişka Kurd di Kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê de her wekî berê ye
Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Iraqê Beşîr Hedad di daxuyaniyek taybet de ji Kurdistan24 re, red kir ku heta niha ew lîstên taybet bi kabîneya Mistefa Kazimî hatin e belavkirin, rast bin.

Got, pişka Kurd di Kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê de her wekî berê ye û 3 wezaret in. Ew jî, Wezîrên darayî, dad û şaredarî ye.
Top