Li Duhokê haleteke nû ya pêketina bi koronayê hat tomarkirin
Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê aşkere kir ku li Duhokê di encama pişkinînan de pêketiyên din ên bi vîrusa koronaya nû (COVID-19) hatiye tomarkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustî, ew hemwelatiyê bi koronayê ketiye, zilamekî temen 46 salî û pizîşkekî pispor e.
Li parêzgeha Duhokê serkevtina bi ser koronayê de hatibû ragihandin, duh aheng û merasîm hatibûn encamdan bi mebesta ku hemû pêketiyên bi koronayê li tevahiya wê parêzgehê baş bûne û ti pêketiyên din nehatine tomarkirin.
Rudaw
