Li Efrînê kalemêrekî din di bin eşkenceyê de hat kuştin
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, îro li gundê Meydankê yê navçeya Şera, hejmarek ji şivanên Ereb yên piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên Çekdar bicih bûne, bi awayakî hovane li kalemêrê 74 salî Elî Ehmed didin û wî dikujin.
Wê rêxistinê diyar kir, şivanên Ereb pezên xwe berdan nava zeviya wî kalemêrî, dema wî nerazîbûna xwe nîşan da û ew yek red kir, şivanan bi dest û çovikan lê dan heta ku ew ket û canê xwe jidest da. Piştî bo nexweşxaneyê hat veguhastin, derket wî ji encama lêdanên di serê wî de canê xwe jidest daye.
Ev yek piştî wê tê, berî 4 rojan grûpa çekdar a bi navê Lîwaya Weqas li gundê Hêkiçê yê navçeya Cindirêsê pîrejineke Kurd ya 80 salî kuştibû û piştre jî 4 kurên wê revandibûn.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, bi dehan kalemêr û pîrejinên Kurd di bin eşkenceya çekdaran de hatine kuştin, lê vê carê koçberên li Efrînê hatine bicihkirin, zora xwe kalermêrekî Kurd dikin û wî destan dikujin.
K24
