Bi hezaran kuliyan bi ser Rihayê de girtin
Li gundên Kevjal, Geboz û Gijê yên girêdayî navçeya Sêwerekê, refên kuliyan hatin dîtin û xelkê ditirsin kulî zerarê bidin baxçe û genimên wan.
Kulî herin kijan deverê zerarekê mezin dide çandiniyê û heta ku carna dibe sedema xelayê jî.
Xelkê gundên Kevjal, Geboz û Gijê ji bo kulî zerarê nedin çandiniya wan ji dewletê daxwaza alîkariyê dikin.
Bi gotina xelkê deverê di van salên dawiyê de li herêma wan gelek kulî hene û zerarê didin baxçe û çandiniya wan.
undefined
Beşek ji cotyaran bi derfetên xwe zeviyên xwe derman dikin, lê dibêjin ku ev ne bese û divê dewlet alîkariya wan bike.
Cotyarê bi navê Mehmet Aycan diyar kir ku par jî li herema wan gelek kulî derketibûn û got: “Em bi dermanê me ji Rêveberiya Çandiniyê ya Navçeyê wergirtiya zeviyên xwe derman dikin, lê ev yek terê nake. Kulî di meha nîsanê de derdikevin holê û heta meha îlonê hene. Kulî zerarê dide tevahiya cihên ku pez lê çêre dixwe û zerarê dide çandiniya me. Em dixwazin bi firokeyan erdê me benê dermankirin.”
Cotyarê bi navê Hayrî Aycan jî amaje kir ku ev 5 sal e, li dijî kuliyan di çareyekê de digerin û heta niha zerareke mezin dane aboriya wan û got: “Hêza me têrê nake. Kulî niha biçûk in, lê piştî 20 rojên din dê mezin bibin û zerara wan jî dê mezintir bibe.”
Rudaw
