• Monday, 09 February 2026
logo

Li Dihukê 13 kes birîndar bûn

Gulan Media April 23, 2020 Nûçe
Li Dihukê 13 kes birîndar bûn
jiber nemana Koronayê çalakî hatibûn organîzekirin
Li gor zaniyariyên berdest duhê bi şev li bajarê Dihukê jiber serkeftin bi ser Koronayê welatî aheng û çalakiyên curbicur lidar xistine.

Jêderên li Dihukê behsa vê yekê dikin ku di dema aheng û çalakiyên duhê bi şev de bo xweşiyê gole bi esmanê hatine reşandin û di encam de 13 welatî birîndar bûne.

Li gor zaniyariyan sê welatî li Zaxo, yek li Akrê, 3 li Simêl û 4 kes jî di nava navenda Dihukê de birîndar bûne.
Top