• Monday, 09 February 2026
logo

Tirkiyê piştgirî da serokwezîrê nû yê Iraqê Mistefa Kazimî

Gulan Media April 23, 2020 Nûçe
Tirkiyê piştgirî da serokwezîrê nû yê Iraqê Mistefa Kazimî
Hikûmeta Tirkiyê piştevaniya xwe bo kandîdê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê Mistefa Kazimî nîşan da.

Berdevkê wezareta derve ya Tirkiyê, Hamî Aksoy li ser xebatên pêkanîna hikûmeta nû li Iraqê ragihand, ew piştevaniya pêkanîna hikûmeteka seqamgîr li Iraqê dikin.

Hamî Aksoy behsa kandîdê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê Mistefa Kazimî jî kir û ragihand, Kazimî kesekî hêja û jêhatî ye û ew bawer dikin hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya wî dê him bo Iraqê bi sûd be him jî bo deverê.



Basnews
Top