Bi sedan malbatên çekdaran li Girê Sipî tên bicihkirin
Jêderên xwecihî diyar kir, artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve karwaneke nû ya malbatên çekdaran ku zêdetir ji 150 otombîlan pêk dihat, ji bajarê Cerablusê derbasî bajarê Girê Spî ya dagirkirî kirin.
Li gor zanyariyan, Encûmena Bajarê Cerablusê Tirk navên malbatên çekdaran ên dixwazin li bajarê Girê Spî bicih bibin, tomar dike, ji bo wan bi karwanan veguhêsin wî bajarî.
Roja 7‘ê Nîsanê jî karwanek malbatên çekdaran ku ji 19 otombîlan pêk dihat, derbasî Serê Kaniyê û Girê Spî hatibû bicihkirin.
Ev yek di demekê de, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bi planên xwe yên guhartina demografiya herêmên dagîr kirine berdewam e, di vê çarçovê de Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kiribû, zêdetir ji 458 hezar Ereb li Efrînê bicih kirine.
Rudaw
