Amerîka amarên gelekî bilind ên Koronayê tomar dike
Zanîngeha Johns Hopkins ragihand, di 24 demjimêrên nêzîkî 40 kesî li Amerîka bi vîrusa Korona ketin û 2 hezar û 700 kesan jî canê xwe jidest dane,
Diyar kir jî, bi vî awayî hejmara kesên li wî welatî bi vîrusa Korona ketine gihîşt 820 jesan û 44 hezar û 845 kesan jî canê xwe jidest dane.
Amerîka ku yekem haleta pêketina bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 di dawiya meha Sibata bûrî de tomar kir, heta niha ji ew welatên herî ziyan ji wê vîrusê dîtiye ye.
Ev yek di demekê de ye, li seranserî cîhanê zêdetir ji 2.5 milyon kes bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 ketine, hejmara kesên mirine jî 170 hezar derbas kiriye.
K24
