Li Hewlêrê guhartin di Qedexeya çûnûhatinê de tên kirin
Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê Hêmin Qadir ji K24ê re ragihand, di civîna îro de qonaxa dahatî û guhartinên di rênimayan de tê guftûgokirin, ku gelek guhartin di xişteya rênimayan de tên kirin.
Derbarê xişteya meha Remezanê de jî amaje bi wê da, di civînê Odeya Operasyonan a Rûbirûbûna Korona, Rêvebirê Giştî yê Wezareta Ewqafê beşdar dibe û mîkanîzmekê datînin, bi awayekî ku qerebalixî dirust nebe û bandor li ser rênimayên tenduristiyê nebe.
Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê tekez kir, gelek asankarî di rênimayên nû de ji bo welatiyan tên kirin.
Ev di demekê de ye, 9 roj in li Hewlêrê ti haleteke pêketina bi vîrusa Koronayê nehatiye tomarkirin.
Duhî jî Wezîrê Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Saman berzincî ragihandibû, nikarin bibêjin ku metirsiya Koronayê nemaye, lê ber bi kontrolkirineke baş ve diçin.
K24
