• Monday, 09 February 2026
logo

Rêveberê Wertê: Ew kes nûnertiya xelkê Wertê nakin

Gulan Media April 20, 2020 Nûçe
Rêveberê Wertê: Ew kes nûnertiya xelkê Wertê nakin
Rêveberê bajarokê Wertê ragihand, ew kesên li gel çend kesên din serdana hêzên Pêşmerge kirine û peyamek belav kirine, “nûnertiya xelkê Wertê nakin.”

Muslih Zirar, Rêveberê bajarokê Wertê li qezaya Soran a ser bi parêzgeha Hewlêrê ve ji Rûdawê re diyar kir, “Lîwaya 7 a Wezareta Pêşmerge lîwayeke hevbeş e, amîr ji Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û cîgir jî ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye. Ew hêz ser bi Wezareta Pêşmerge ve ne, Serokwezîr û Wezareta Pêşmerge diokarin biryarê li ser bi tevgerxisina wan bidin.

Rêveberê bajarokê Wertê dibêje, “Ew kesên serdana Zînî Wertê kirine, malên wan li Ranye û navçeya Serkepkan e û bi ti şêweyekê nûnertiya Wertê nakin û îdareya navçeyê jî jê agahdar nebû.”

Rûdawê peywendî bi 4 kesên diyar yên Wertê kir û ew dibêjin, agahdarê wê mijarê nînin û ti kesekî rûniştvanê Wertê jî li gel wan kesan nebûye.

Rudaw
Top