• Monday, 09 February 2026
logo

10300 leşkerên Tirkiyê li Sûriyê bicih bûne

Gulan Media April 19, 2020 Nûçe
10300 leşkerên Tirkiyê li Sûriyê bicih bûne
Ji destpêka şerê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, hêzên hikûmeta Tirkiyê hejmareke mezin ji serbaz û çek û cebilxane şandiye nav xaka Sûriyê li wê navçeyê.

Tevî ku ji 5ê Adara borî ve, agirbest bi fermî ji aliyê herdu serokên Tirkiyê Recep Tayipp Erdogan û Rûsyayê Viladimir Putin ve hatiye ragihandin, lê Tirkiyê hêzên xwe li nav xaka Sûriyê zêde kirin.

Li gor zanyariyên ku hatine belavkirin, heta niha, 10 hezar û 300 serbazên Tirkiyê li bakurê rojavayê Sûriyê bicih bûne. 6 hezar û 70 barhilgir û erebeyên serbazî yên artêşa Tirkiyê derbasî nav xaka Sûriyê bûne ku tan, zirîpoş û çekên corbicor veguhestine Sûriyê

Niha, 56 xalên serbazî yên artêşa Tirkiyê li bakurê rojavayê Sûriyê hene. Berî şerê Idlibê, 12 xalên serbazî yên Tirkiyê, li gor rêkeftina ligel Rûsya hebûn.

Derbarê hebûna hêzên Tirkiyê û rola wan li bakurê rojavayê Sûriyê, Alexander Efimov, balyozê Rûsya li Şamê daxuyanî da çapemeniya welatê xwe û got: “Rûsya pêşbînî dike ku hevparên me yên Tirk di hewlên xwe de berdewam bin da ku opozisyona modere ji terorîstan cuda bikin. Guhertina navê grûpên terorîst nayê weteya guhertina sirişta wan a terorîst. Hebûna serbazî ya Tirkiyê li navçeya hêmin wê hebûneke demkî be. Di dawiyê de, dê dema nehiştina wê hebûnê were.”

Parêzgeha Idlibê û hin dever ji bakurê Hemayê, rojava û başûrê helebê û bakurê Laziqiyê, bi rêkeftineke Tirkî-Rûsî wekî navçeya hêmin a çarem hatibû destnîşankirin.

Lê destpêkirina şerê di navbera hêzên hikûmet û opozisyona Sûriyê de, hêzên hikûmeta Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê navçeyên berfireh ji destê grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê û Desteya Tehrîr el-Şam û hevpeymanên wê derxistin.

Rudaw
Top