• Monday, 09 February 2026
logo

Akreyî: Tevahiya sînorên Kurdistan û Îranê di bin kontrola hikûmeta Kurdistanê de ne

Gulan Media April 19, 2020 Nûçe
Akreyî: Tevahiya sînorên Kurdistan û Îranê di bin kontrola hikûmeta Kurdistanê de ne
Berpirsê pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi Îranê re ragihand, sînorên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê bi temamî di bin kontrola hikûmeta Kurdistanê de ne.

Berpirsê pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi Îranê re, Ebdullah Akreyî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, di çarçoveya rûbirûbûna vîrusa Koronayê de hikûmeta Herêma Kurdistanê nahêle li ser sînoran ti kes bi qaçaxî derbas bibe.

Ebdullah Akreyî her wiha gotiye, tevahiya sînorên Herêma Kurdistanê bi Îranê re di bin kontrola hikûmeta Kurdistanê de ne û li her devera ku qaçaxçîtî were kirin, hikûmet yekser hêz dişîne wir û wê derê kontrol dike.

Bi gotina wî berpirsê hikûmetê, herî zêde li sînorê Kêlê yê Qeladizê û çend cihên din hewla qaçaxçîtiyê tê dayîn lê ew der jî bi temamî di bin kontrolê de ne.

Basnews
Top