• Monday, 09 February 2026
logo

Rêveberiya Xweser rexne li WHOyê digire

Gulan Media April 19, 2020 Nûçe
Rêveberiya Xweser rexne li WHOyê digire
Rêveberiya Xweser bi tûndî Rêxistina Tendirûstiya Cîhanê rexne kir û got, wê rêxistinê gelekî dereng di derbarê mirina welatiyekî de li Hesekê bi koronayê ew agahdar kirine. Rêveberî eşkere dike ku hikûmeta Sûriyê jî bi veşartina mirina wî welatî dibe sedema belavbûna virusa koronayê.

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser dibêje, Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî piştrast kiriye, ku roja 2yê Nîsana 2020an, welatiyekî li nexweşxaneya Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê, bi koronayê canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyeke Desteya Tendirustî ya Rêveberiya Xweser de, hatiye “Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî baş dizane, Hikûmeta Sûriyê pêkvekarkirin û hevahengiyê ligel Rêveberiya Xweser nake, lê belê Hikûmeta Sûriyê, rê dide xelkê ku bêne navçeyên li jêr desthilata me, bêyî ku di navend û xalên me yên pişkinînê re derbas bibin.”

Nûçeya mirina wî welatiyekî ku tê îdiakirin bi Koronayê miriye, li Qamişlo, nîgeraniyeke mezin ji aliyê hejmarekê ji rêxistinên mirovî ve, dirust kiriye.

Rêveberê Şaxê Sûrî yê Rêxsitina Kayer Aleksander Mîlotînovîç dibêje: “Bi liberçavgirtina wê rewşa li Bakurê Rojhilatê Sûriyê û kêmbûna çavdêriya tendirustî û jêrxaneya aborî ku li wê navçeyê heye, her belavbûna COVID-19 li derveyî şiyan û karîna berpirsên xwecihî û rêxistinan e.”

Roja 9ê Nîsanê, li ser raspardeya Serokê Herêma Kurdistanê, Nîçêrvan Barzanî, du tîmên bijîşkî ji Herêma Kurdistanê çûne Rojavayê Kurdistanê ji bo rahênana 26 karmendên bijîşkî yên ezmûngehan, herwiha pêdawîstiyên du ezmûngehên pişkinîna Koronayê, tevî hemû kereste û pêdawîstiyan hatin şandin ji bo Rojavayê Kurdistanê û ew herdu ezmûngeh hatin damezrandin.

Berpirsên leşkerî yên Amerîkayê jî dibêjin, heta niha bi tibaba bêhtir ji 1 milyon û 200 hezar dolarî kereste û pêdawîstiyên tendirustî şandine navçeyên li jêr desthilata HSDê û di rojên bê de jî, pêdawîstiyên bêhtir digihêjin.

Berpirsekî Amerîkî ji medyaya welatê xwe re ragihandiye: “Ji bo gihandina pêdawîstiyên tendirustî yên bêhtir ji bo alîkariya hevbeşên xwe, em hevahengiyê dikin, da em rê nedin Korona li nav xelkên Bakurê Rojhilatê Sûriyê û DAIŞiyên girtî belav bibe.”

Bandoreke mezin a şer li ser beşekî mezin ji navçeyên li jêr desthilata HSDê hebû, nêzîkî 279 nexweşxane û binkeyên tendirustî li wan navçeyan, lê yek ji dehan, kêmtir bi awayekî çalakane kar dike, ev yek di demekê de ye, nêzîkî 160 hezar kes koçber in û hejmareke berbiçav li Kampên qerebalix û avahiyên nebiserîkirî dijîn û dibe belavbûna Koronayê kêşeya cidî ya tendirustî peyda bike.

Rudaw
Top