• Monday, 09 February 2026
logo

Nûtirîn amarên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê

Gulan Media April 18, 2020 Nûçe
Nûtirîn amarên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de amarên nû yên pêketina bi vîrusa Korona belav kirin, ku 2 kes li bajarê Silêmaniyê bi vîrusa Korona ketine.

1- Kerentîn

Hejmara welatiyên hatine kerentînkirin (7772) kes bûn. Niha tenê (1336) kes li (30) cihên cuda di kerentînê de mane, (504) kes li Hewlêrê, (69) kes li Silêmaniyê, (745) li Duhokê û (18) li Raperînê. (6436) welatî jî piştî mana du hefteyan ji kerentînê derketine û vegeryane malên xwe. Herwiha (77) kesên din jî di 24 demjimêrên bûrî de hatine kerentîkirin.

2- Pişknîn

Di 24 demjimêrên bûrî de (1025) pişknîn hatin kirin, (393) li Hewlêrê, (312) li Silêmaniyê, (308) li Duhokê, (12) li Helebce. Derencam (2) pêketiyên nû li Herêma Kurdistanê hatin tomarkirin:

Herdu li Parêzgeha Silêmaniyê ne, ku jineke (21) salî ye ji pêketiyekî berê vegirtiye û peyayekî (25) ku pêştir ji Qubrsê vegeryabû.

3- Amerên Giştî

Koma giştî ya hilgirên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê (337) kes in, jê (4) haletên mirinê hene û (244) kes jî bi temamî baş bûne û yên din di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.

Wezareta Tenduristiyê ligel destxweşîyê li Wezareta Navxwe û tîmên pizîşkî ku di kar de ne dike, daxwaz ji welatîyan dike bi ti awayekê ji malên xwe dernekevin derve, pabendî rênimayên tenduristîyê bin, têkildarî kesên din nebin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germa (122) re bikin.

K24
Top