Li Almanyayê ji ber vîrusa korona hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 4 hezar kesan borî
Li gor raporta Enstitûya Robert Kock a Almanyayê li welat di wan 24 demjimêrên borî de 3 hezar û 609 kesên din ber şewba vîrusa korona ketine.
Herwaha hat ragehandin bi giştî jî li Almanyayê 137 hezar û 439 kes ber vîrusa koronayê ketine û di wan 24 demjimên borî de 242 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dayî geheştiye 4 hezar û 110 kesan.
Li gor malpera zaningeha Johns Hopkins a reqemên vîrusa korona di weşîne jî, li Almanyayê 141 hezar û 397 kes bi vîrusa korona ketine û 4 hezar û 352 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Basnews
