Sedir: Trump bi çarenivîsa gelan dilîze
Muqteda Sedir, Rêberê Tevgera Sedir li ser twittera xwe derbarê rêkarên rêveberiya Donald Turmp ên jibo rûbirûbûna vîrusa COVID-19 de peyamek belav kiriye û têde bi tundî Trump rexne kiriye.
Sedir di peyama xwe de dibêje: “Em dizanin Trump, hûn bazirganê şer in û komkujiyan dikin û gelan ditirsînin, herwiha em dizanin îro jî bi çarenivîsa gelan dilîzî û ti giringî nadî vîrusa koronayê, lezê dikî di siyasîkirin û dijatîkirina dijminên xwe de.”
Bi gotina Muqteda Sedir, Serokê Amerîkayê bêşiyan e di îdarekirina qeyrana koronayê de û diyar kiriye: “Trump bêşiyaniya xwe di îdarekirina qeyrana cîhanî de îsbat kir, tenê êrîşî ser Çînê nekir, êrîşî ser Rêxistina Tendirustiya Cîhanî jî kir.”
Rêberê Tevgera Sedir daxwaz ji WHO jî dike, ku “rola xwe pêk bîne û çalaktir be û hevahengiyê li gel wan welatan bike, ku çarenivîsa cîhanê li cem wan ji bazirganî û qumarkirinê giringtir e.”
Rexneyên tûj ên Muqteda Sedir li Trump di demekê de ye, ku roja Sêşema bihorî 14ê Nîsanê Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber xemsaiya di rûbirûbûna vîrusa koronayê de û dana zanariyên şaş li ser wê nexweşiyê, alîkariyên darayî yên ji bo Rêxistina Tendirustiya Cîhanî da rawestandin.
Li aliyekê din, Donald Trump di nîveka heftiya bihorî de ragihand, ku wî desthilata wê yekê heye ku qedexeyên li wîlayetan rake û jiyanê asayî bike. Di civîna duh a li gel hakimên wîlayetan de jî, Trump biryara asayîkirina rêkarên qedexeya hatin û çûnê da.
Rudaw
