Axaftin bo ku em bi hev re li çareseriya pirsgirêkan bifikirin.
Axaftin bo ku em bi hev re li çareseriya pirsgirêkan bifikirin.
"Di 25'ê Tebaxê 2025'an de, Çembera Gotûbêjê weke organeke serbixwe ya Beşa Çand û Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê, merasîma belavkirina pirtûka pêncemîn bi navê "Rêveberî û Xizmetguzarî" bi her du zimanên Kurdî û Erebî li dar xist, ji bo ronîkirina armancên Çembera Gotûbêjê, kovara Gulanê pêwîst dît ku pêşgotina pirtûka pêncemîn ku ji aliyê Çembera Gotûbêjê ve hatiye nivîsandin, belav bike."
Çembera Gotûbêjê
Gille Deleuze, fîlozofê mezin ê Fransî, tekez dike ku "hizr û felsefe" tenê dahênana têgehên nû ye, û divê ramanwer wan pêşkêş bikin, bi mirovan re li ser wan gotûbêj bikin da ku bikarin pirsgirêkên civakê bi wan çareser bikin, da ku bibe bingeha fantaziya xeyalî û dahênana hunerî û edebî û şaheserên mirovahiyê.
Di vê çarçoveyê de, eger "Çembera Gotûbêjê" weke têgeheke nû di nav Beşa Çand û Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê de bûbe sernavê organeke serbixwe, di nava pênc demsalên vê pêvajoyê de ku (30) mijarên girîng ên taybet bi ax û welat û debara jiyan û xizmetguzariyên welatiyan di vê welatî de bi rê ve biriye, wê demê Çembera Gotûbêjê vê serbilindiyê dike ku bi eşkere bêje "Çembera Gotûbêjê ne tenê ew têgeha nû ye ku ji ber nêrînên cuda û netewe û olên cuda re hatiye pêşkêşkirin, da ku pirsgirêkên vî welatî bi gotûbêjê werin çareserkirin, lê belê platforma Çembera Gotûbêjê bi xwe bûye hêlînek ku di her gotûbêjekê de komek têgehên nû çêdibin, û ev têgeh dibin pêşniyar û pêwîstiyên ji dilê xelkê derketî û têne pêşkêşkirin û didin siyasetmedar û saziyên rewa yên Herêma Kurdistanê, da ku weke nexşerêyek alîkar be di çareserkirina pirsgirêkên civakê û xweşguzariya welatiyan û berdewamiya jiyana aştiyane di navbera neteweyên cuda de û parastina qewareya yasayî û destûrî ya Herêma Kurdistanê de."
Michel Foucault, fîlozofê sedsala bîstemîn, di pirtûka xwe ya "Peyv û Tiştan" de li ser dawiya modernîteyê di civakên rojavayî yên lîberal-demokratîk de dibêje: "Dema em li civakên xwe dinêrin, em gihîştine astekê ku du kes nikarin bi hev re li ser maseyekê gotûbêjeke saxlem bikin, ev dîmen qaqayekê çêdike, ew jî nîşandana temenê hizr û erdnîgariya me ye." Ev destnîşankirina rast e ku dibe ragihandina dawiya modernîteyê, di heman demê de Foucault jî dike rêber û pêşeng ji bo gavavêtinê ber bi civaka "postmodern" ve, ev jî bi wê wateyê ye ku divê civakek were avakirin ku welatiyan mafê wan hebe li ser pirsgirêkên xwe gotûbêj bikin û di dîtina mekanîzmayên guncaw de ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê û gavavêtinê ber bi xweşguzariya welatiyan de beşdar bibin.
Siyaset, ku hunera mumkin e ji bo rêvebirina dewletê û dabînkirina pêwîstiyên welatiyan di nav civakê de, her dem pêwîstî bi nûbûn û dahênana têgehên nû heye da ku li gorî pêwîstiyên niha yên civakê û welatiyan be, bêyî beşdariya rasterast a welatiyan nû nabe. Çar sedsal berî zayînê, Arîstotelês pirtûka siyasetê "Politics" pêşkêşî mirovahiyê kir, weke amûrek ji bo rêvebirina dewlet-bajêrên Yewnanî û fikirandina li ser pêwîstiyên mirovan û çareserkirina pirsgirêk û astengiyên wan, lê mekanîzmaya wê çareseriyê çavkaniya wê hevwelatî yan welatî ne û di zimanê Yewnanî de, peyva "Politic", yanî welatî yan hevwelatî, koma welatiyan yanî "Politics" dibe tenê çavkaniya rêvebirina welat û dabînkirina xweşguzariya welatiyan, siyaset jî dibe amûrek ji bo qenciya giştî ya civakê, berevajî eger gel rasterast beşdarî pêvajoya siyasî ya welat nebe û li ser çêkirina siyasetê gotûbêj neke, wê demê siyaset dawî tê û tiştek namîne ku jê re bêje "siyaset".
David Runciman, lêkolînerek Belçîkî, di sala 2013'an de pirtûka xwe ya "Dijî Hilbijartinê – Against Election" weşand û tekez dike ku "hilbijartinên her çar salan carekê, sîstema demokrasî ya nûnertiyê nayne holê, ji ber ku yên dibin nûnerên welatiyan partiyên siyasî ne ku di hilbijartinan de deng didin wan, lê partiyên siyasî ji bilî ku hindikahiyeke pir biçûk in di civakên lîberal-demokratîk ên Rojava de, di heman demê de baweriya welatiyan bi radeyeke bilind winda kirine, lewma tişta ku jê re tê gotin 'sîstema demokrasî ya nûnertiyê' ji bilî henekkirina bi civakê tiştekî din nîne, ji bo ku ev kêmasî ya sîstema demokrasî ya nûjen were rastkirin, divê welatiyan maf hebe ku rasterast di encumenên pisporî yên sektorên cuda yên civakê de li ser destnîşankirina nûnerên xwe gotûbêj bikin, ne ku her çar salan carekê biçin ser sindoqên dengdanê û mafê gotûbêj an axaftinê nebe."
Îcar, eger em hemû têgehên nû yên ku ramanweran ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê û rastkirina pergalên siyasî yên cuda pêşkêş kirine, bi têgeheke hizrî bi hev ve girê bidin, em digihîjin wê encama bilind a ku mirovahî ji bo çêkirina siyasetê û rêvebirinê gihîştiye û dibêje "her dem dengder xwedî maf in - The voters are always right".
Lewma eger ji vê nêrîna hizrî ya cîhanî ji bo avakirina civakeke xweşguzer û rêveberiyeke baş, em li rastiya siyasî ya Herêma Kurdistanê û ezmûna wê ya demokratîk binêrin û li ser pirsgirêkên berhevkirî yên sektorên cuda yên civakê rawestin, û bala xwe bidin dudiliya tevahiya partiyên siyasî, her yek li hemberî yê din, wê demê em dikarin bi eşkere bibêjin ku Beşa Çand û Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê bi awayekî pir mantiqî hemû pirsgirêkên di nav têgeheke nû bi navê "nebûna gotûbêja saxlem" destnîşan kiriye, ji bo ku dergehek ji bo çareserkirina pirsgirêkan jî were vekirin, di Çileya sala 2023an de biryar da ku weke destpêşxerek vegerin ser gotûbêjên eşkere, girêdana cûdahiyan bi hev re, çêkirina mekanîzmayên guncaw ji bo çareserkirina pirsgirêkan, ji bo ku ev gav jî bi awayê xwe were cîbicîkirin, "Çembera Gotûbêjê" weke organeke serbixwe ava kir.
Gotûbêja Eşkere
Zemîneyek ji bo Hevhengî û Têgihîştinê
Abdulselam Binabdalî, ramanwerê Mexribî, di pirtûka xwe ya "Çawa Felsefeyê Bikin Hunera Jiyanê" de dipirse: "Çima maseyek an çira an darek dibe mijarek ji bo ramana hunerî û tabloyeke balkêş jê çêdibe, gelo çima jiyana me nebe mijarek û felsefe, weke hunerek civakeke hêja jê çêbike?" Di vê yekê de jî bêtir tekez dike ku dema felsefe dibe hunera jiyanê, êdî xelk napirse ev huner çi ji wan re dibêje an bi çi zimanî û di çi pirtûkekê de hatiye nivîsandin, lê belê li jiyana xwe û civaka xwe dinêre da ku bizane ev huner çi guhertinek di jiyana civakê û debara welatiyan de çêkiriye.
Çembera Gotûbêjê di nava (30) gotûbêjên xwe yên eşkere yên li ser sektorên cuda yên civakê û bi taybetî li ser pirsên çarenûssaz ên vî welatî de, metodolojiyeke nû ji bo gotûbêjê dahênandiye, ku ji bilî berjewendiya welatiyan û jiyana aştiyane û parastina welat, armanceke din nebûye, û bi şahidiya wan kesên ku di asta siyasetmedarên Ereb yên Şîe û Sunî yên Iraqê û Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê de ne, platformeke weke Çembera Gotûbêjê di asta tevahiya Iraq û herêmê de nebûye.
Di vê platforma vekirî de, Çembera Gotûbêjê xwedî gotarekê nîne, lê belê bi girêdana tevahiya nêrînên cuda bi daxwaz û pêwîstiyên welatiyan re, gotareke neteweyî ava dike ku xwedî wê hêzê ye "peyvan bike kiryar", bi eşkeretir di nava nêrînên cuda de, mekanîzmayên guncaw ji bo berjewendiya giştî ya welat û çareserkirina pirsgirêk û astengiyên civakê dibîne.
Di nava raporên Çembera Gotûbêjê de ku her meh li ser rûpelên Gulanê têne weşandin û paşê jî her (6) gotûbêj bi hev re di du pirtûkan de bi her du zimanên "Kurdî û Erebî" di merasîmeke hêja de têne pêşkêşkirin, li gorî wan fîdbakan ku di encama (30) rapor û pênc pirtûkên mezin de ji aliyê zanîngeh û navendên akademîk û fikrî yên Herêma Kurdistan û Iraqê ve ji bo wan hatine kirin, xelk an navendên lêkolînê rapor û pirtûkan naxwînin da ku bizanibin rapor û pirtûk çi ji wan re dibêjin, an çi agahiyên nû pêşkêş dikin, berevajî bi giranî rapor û pirtûkan dixwînin, da ku bizanibin di nava platforma Çembera Gotûbêjê de "çawa rêz li xemên welat û daxwaz û gazincên xelkê hatiye girtin", çawa elît û welatiyên vî welatî li ser gotûbêjan bi cidî rawestiyane, da ku bizanibin çawa xema welat û xelkê bûye navenda raman û gotûbêja eşkere ya siyasetmedar û pispor û akademîsyen û elîta welatparêz a Kurdistan û Iraq û herêmê.
Aliyekî din ê metoda xebatê ya Çembera Gotûbêjê ev e ku demsalên xwe li ser (6) mehan dabeş kiriye, û her (6) gotûbêjên demsalekê di bin yek sernavî de bi hev re kom dike, ev jî bi wê wateyê ye ku Çembera Gotûbêjê ji siyaseta giştî "Macro politic" derketiye û hewl daye ku bi kûrahî di pirsgirêkan de bi metoda "Micro politic" dakeve û di kûrahiya xemên welat û welatiyan de, aliyên cuda yên hemû pirsgirêkên civakê bi hev re girê bide û di nava nêrînên pirzimanî de pêşniyar û pêwîstiyên rast ji bo wan biafirîne û dergehek ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêşkêş bike.
Pirsgirêka sereke ya hemû civakên mirovahiyê, dema ku nikaribin çarçoveya cemidî ya "siyaseta giştî" bişkînin û bi kûrahî û hûrbînî di pirsgirêkên civakê de nekarin biçin, digihîje bendavê. Di vê rêgezê de, Çembera Gotûbêjê bi serkeftî karîbû wê cemidiyê bişkîne, bi vî awayî hewl da îspat bike ku di nav neteweyên cîhanê de tiştek bi navê "civaka pêşkeftî û civaka paşketî" nîne, lê belê "civaka çalak û civaka bêhêz û ne-aktîv" heye.
Îcar civaka "çalak û bêhêz", têkiliya wê bi pêşketin û paşketina civakê re nîne, lê belê têkiliya wê bi asta "gotûbêja eşkere" re heye ku dibe faktorek girîng ji bo hevhengî û têgihîştina welatiyan û dizane ku di vî welatî de çi diqewime, dema ku diçe ser sindoqên dengdanê dizane kîjan bernameyê hilbijêre û dengê xwe dide kîjan aliyekî siyasî. Girîngiya agahdariya welatiyan di pêvajoya siyasî û rêveberiya welat de ew qas girîng e ku kesek wek Thomas Friedman di pirtûka xwe ya "Spas Ji Bo Derengmayîna Te - Thank You for Being Late" de tekez dike û dibêje: "Dema ku xetereyek rastîn li ser civakên lîberal-demokratîk çêdibe, dema ku welatî nizanin siyaset û rêveberî çawa dimeşe û dema diçe ser sindoqên dengdanê nizane kîjanê hilbijêre." Ji vê rastiyê "Çembera Gotûbêjê" bi wê rêgezê kar kiriye ku careke din "welatî" li Herêma Kurdistanê di nav pêvajoya "gotûbêja vekirî" de bibe navenda çêkirina siyasetê û bicihanîna rêveberiyê, ev jî ne tenê bi awayekî teorîk û çêkirina gotarên biriqdar, lê belê bi çêkirina atolyeyeke zanistî ku tê de xemên welat û daxwazên gel dibin madeya gotara neteweyî û mekanîzmaya çareserkirina pirsgirêkan.
Pêvajoya aktîvkirina civakê "active society", di destpêka salên heftêyî yên sedsala borî de li Ewropa û Amerîkayê dest pê kir. Amitai Etzioni di dawiya sala 1969an de pirtûka xwe ya navdar bi navê "Civaka Çalak: Teorîya Civak û Pêvajoya Siyasî - The Active Society. A Theory of Societal and Political Processes" weşand. Ev teoriya sosyolojîk, ku hevdem bi pêla sêyemîn a demokrasiyê re ye, zengek hişyariyê ya metirsîdar bû ji bo hemû civakên pêşkeftî yên Rojava, peyamek bû ku êdî civak bi siyaseta giştî nayê rêvebirin û divê em di kûrahiya pirsgirêkan de biçin û ji nû ve dabeşkirineke nû ji bo qatên civakê were kirin û ji wan pênaseyên Marksîst ên ku civakê li (5) qatan dabeş kirine derkevin, û divê ev pirs bêtir hûrbînî were kirin û vegerin ser "takekes, malbat, kom". Ligel ku ev metirsiya mezin "bêçalakiya civakê" bû cihê bala hemû ramanwerên cîhanê, lê di heman demê de ramanwer jî li ser du bereyan dabeş kir: "dawiya modernîteyê û xwendineke nû û nûjen ji bo modernîteyê".
Dibistana hizrî ya Frensî ku xwe kirin pêşeng ji bo ragihandina "dawiya modernîteyê" nekarîn wê îspat bikin ku postmodernîte ji modernîteyê çêtir e, lê dibistana hizrî ya Elmanî ku li ser wê tekez kir divê "xwendineke nû û nûjen ji bo wê were kirin û modernîte bibe gotareke felsefî", ev jî digel ku nekarîn pirsgirêkan bi temamî çareser bikin û civakên Rojava ji bêçalaktiyê rizgar bikin û bi temamî wan çalak bikin, lê heta niha piraniya ramanwerên serdemê bi wê nêrînê re ne ku tenê rê ev metod e ku dibistana hizrî ya Elmanî pêşkêşî mirovahiyê kiriye.
Jürgen Habermas, wekî fîlozofekî Alman, pêşengê wê hizrê ye ji bo ji nû ve xwendineke nûjen di hewldanên xwe de ji bo guhertina "modernîteyê bo gotareke felsefî", bi wê metodê kar kiriye ku modernîte bi wateya "serdemeke nû" li ba tevahiya ramanwer û fîlozofên sedsalên hejdehem û nozdehem hatiye pênasekirin, lewma em dema behsa serdema nû dikin, divê em têgeha modernîteyê bi sedsalên hejdeh û nozdeh ên borî ve girê nedin, lê divê modernîte bi wateya "serdemeke nû, wekî dawiya sedsala bîst û destpêka sedsala bîst û yekê" pê re tevbigerin. Ji bo tevgereke rast bi vê serdema nû re, Habermas sê teorî daniye ku ev in:
1- Bi hev re bi aqilane bifikirin.
2- Bi hev re bixebitin û hevkarî bikin.
3- Bi hev re nirxên modernîteyê biparêzin.
Eger em bala xwe bidin van (3) teoriyên girîng ên Habermas, em dibînin ku armanca her sê teoriyan di wê yekê de xwe diyar dike ku mekanîzmayek were dîtin, da ku "bêçalakiya civakê biguhere bo çalakkirina civakê".
Sedema sereke ya sistbûna civakê ji beşdarnebûna welatiyan di proseya siyasî ya welêt de dest pê dike, faktora sereke jî ji bo dûrketina welatiyan ji beşdarbûna wan a rasterast di proseya siyasî de, vedigere asta têkçûna partiyên siyasî di proseya "nûnertiya gel de" ku ev jî karesatekê li dû xwe tîne ku Francis Fukuyama di pirtûka xwe ya "Nasname: Daxwaza Rûmetê û Siyaseta Bêhêvîtiyê - Identity: The Demand for Dignity and the Politics of Resentment" de behsa wê kiriye, bi wê yekê ku heta astekê bandorê li saziyên dewletê dike ku êdî ew saziyan nikarin rûmeta welatiyan biparêzin û siyaseta bêhêvîtiyê hilberînin, ku gel aciz dike û bi hêsanî nagirin. Ji vê jî xirabtir, cureyek ji "hilweşandina siyasî – political decay" di civakê de çêdike, ku êdî welatî xwe wek xwediyê saziyên rewa yên welatê xwe nabînin.
Pirsgirêka partiyên siyasî bi giştî di nav tevahiya civakên pêşkeftî yên Rojava de, û bi taybetî di nav civaka Herêma Kurdistanê de, di serî de ne ew e ku xwezaya partiya siyasî bi wî awayî be ku bixwaze civaka xwe xera bike, an jî nûneratiyek xirab bike, lê belê wekî ramanwerê Awistirî Karl Popper di teoriya xwe ya "nezanî û zanînê" de destnîşan kiriye û dibêje "nezan ew kes nîne ku zanînê wî tune be lê dibe ku hewldan nekiriye zanînê bi dest bixe, lewma dikare jê re bêje - nezanî bê guneh-, lê nezanî bi mebest ew e ku zanînê wî heye û bi awayekî xirab bikar tîne", di vê çarçoveyê de dibe ku partiyên siyasî bi niyetek xirab ew mebesta wan hebe ku rolek neyînî di civakê de bilîzin, lê belê hewldan nekiriye rêya rast bibînin û xizmeta civaka xwe bikin.
Xemên Gel û Pirsên Welat
Di Çembera Gotûbêjê de
Di nava pênc demsalan de, Çembera Gotûbêjê (30) gotûbêjên eşkere li ser komek pirsên taybet bi pirsgirêkên ax û welat û daxwazên gel û asta pêşkêşkirina xizmetguzariyê ji welatiyan re bi rê ve biriye. Di van gotûbêjan de zêdetirî (400) siyasetmedar û kesayet û pispor û akademîsyen û elîta welatparêz ji tevahiya nêrînên cuda û ol û neteweyên cuda yên Herêma Kurdistan û Iraq û welatên herêmê beşdar bûn. Ji bo hinek ji van gotûbêjan, rapirsî hatine kirin ku bi sed hezaran welatî tê de beşdar bûne. Li vir em ê bi lez li gotûbêjên Çembera Gotûbêjê vegerin:
Demsala Yekem ji Çile heta Hezîrana 2023
Gotûbêj ligel nerazîbûnên gel
Ciwan û rexneyên wan ên siyasî.
Rola jinan û beşdariya wan di qada siyasî de.
Întîmaya neteweyî, pirs û gengeşe.
Ragihandina Kurdî, qonax û berpirsiyarî.
Welatî û asta pêşkêşkirina xizmetguzariyê.
Astengiyên li ber serweriya yasayê li Herêma Kurdistanê.
Demsala Duyem ji Tîrmehê heta Kanûna Yekem a 2023an
Astengiyên Ewlekariya Neteweyî
Madeyên hişbir û metirsiyên wan.
Îslamî siyasî û guman li ser çand û nasnameyê.
Referandum û helwesta civaka navneteweyî.
Herêma Kurdistanê û şerê aborî.
Hilbijartinên Herêma Kurdistanê û dawiya pêkhateyan.
Guhertina demografîk û metirsiyên wê li ser nasname û axê.
Demsala Sêyem ji Çile heta Hezîrana 2024an
Kurdistan û Pevçûnên Herêmî û Navneteweyî
Armanckirina Herêma Kurdistanê û sedemên wê.
Pevçûnên hizbî û paşeroja Herêma Kurdistanê.
Dadgeha Federal a Iraqê.. gotûbêj û helwest.
Herêma Kurdistanê di nav pêlên pevçûnên herêmî û navneteweyî de.
Herêma Kurdistanê di nêrîna dewleta Federal a Iraqê de.
Têkiliya Herêma Kurdistanê bi bûyerên Iraq û herêmê re.
Demsala Çarem ji Tîrmehê heta Kanûna Yekem a 2024an
Kurdistan û Guhertinên Iraq û Rojhilata Navîn
Zagona petrol û gaza federal .. xwendin û helwest.
Sererastkirina zagona rewşa kesane ya Iraqê û encamên wê.
Pirsgirêka serjimariya giştî li Iraqê û aliyên wê yên yasayî û encamên wê.
Sererastkirina destûrê û destpêkirina çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê.
Îhtîmalên avakirina kabîneya dehemîn û paşeroja Herêma Kurdistanê.
Encaman hilweşîna rejîma Esed û encamên wê li ser Herêma Kurdistanê.
Demsala Pêncem ji Çile heta Hezîrana 2025an
Rêveberî û Xizmetguzarî
Xizmetguzariyên tenduristiyê di navbera sektora giştî û taybet de.
Sîstema xwendinê li Herêma Kurdistanê.
Xizmetguzariya elektrîkê û pirsgirêkên wê li Herêma Kurdistanê.
Girîngiya parastina jîngehê li Herêma Kurdistanê.
Bername û plansazî ji bo geşkirina sektora çandiniyê li Herêma Kurdistanê.
Pêşxistina projeyên rêyan û çareserkirina pirsgirêkên trafîkê.
Ev (30) sernavên ku di nava (5) demsalan de Çembera Gotûbêjê bi awayekî berfireh li ser wan gotûbêj kiriye, ew pirsên girîng bûn ku bi daxwazên gel di hemû sektorên cuda yên rêveberiyê de girêdayî bûn, bi asta hesta îtîmaya neteweyî û pêwîstiya parastina qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê û ji nû ve rêxistinkirina peywendiyan bi awayekî hevseng bi dewleta federal a Iraqê re, tekezî li ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd di her çar dewletên "Iraq, Tirkiye, Sûriye, Îran" de bûye, girîngî daye avakirina binesaziya hemû sektorên cuda yên hikûmetê û gavên ber bi rêveberiyeke baş û bilindkirina asta xizmetguzariyan ji bo welatiyan û gihîştina pêvajoya pêşketina domdar.
Ji vir ve ku em diçin demsala şeşemîn a Çembera Gotûbêjê, em careke din vê yekê dubare dikin ku Çembera Gotûbêjê li ser berdewamkirina gotûbêjên xwe yên eşkere dê berdewam bike, baweriya me bi wî awayî ye ku pêvajoya gotûbêja rast, pêvajoyeke berdewam e, qada giştî platformeke vekirî ye her dem xwe nû dike, dibe şêwirmend ji bo hikûmeta herêmî û kêmasiyên nûnertiya partiyên siyasî temam dike, xwe dike faktoreke zindî û hander ji bo ku welatî baştir û zêdetir di pêvajoya siyasî ya welatê xwe de beşdar bibin û bi rêya vê platformê xwe di pêvajoya siyasî de bibînin û hîs bikin ku deng û nêrîn û rexneyên wan têne bihîstin û bi eşkere li ser wan gotûbêj tê kirin û bi hev re bi îradeya welatiyan çareserî ji wan re tê dîtin.
Ligol ku damezirandina organek bi navê "Çembera Gotûbêjê" wekî destpêşxeriya neteweyî û rûmetek ji bo Beşa Çand û Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê vedigere, lê armanca vê çemberê di serî de xizmetkirina welatiyên Kurdistanê ye, çêkirina têkiliyeke girêdana welatiyan bi tevahiya pêvajoya siyasî re, yekxistina hewldanan ji bo avakirina Kurdistanek bihêz.
