Li Herêma Kurdistanê qedexeya hatinûçûnê hat dirêjkirin
Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, derbarê qedexeya hatinûçûnê ku bi mebesta rêgirtina zêdetir belavbûna vîrusa koronayê hatiye ragihandin daxuyaniyek belav kir.
Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe qedexeya hatinûçûnê, ku îro bi dawî dibû, li seranserê Herêma Kurdistanê heta roja 23.04.2020 hat dirêjkirin û hatiye tekezkirin ku her kesê binpêkariyê bike, dê bê cezakirin.
Derbarê hatinçûna piyade jî, hatiye diyarkirin, “Hatinûçûna piyade qedexe ye, jibilî rewşên dabînkirina pêdiviyên rojane û rewşên nexweş, ew ên binpê dikin, dê rêkarên yasayî li beramber bên girtin.”
Di xaleke din a daxuyaniya Wezareta Navxwe de hatiye diyarkirin, demjimêr 6.00ê êvarî ta 12ê şev, qedexeya hatinûçûnê li seranserê Herêma Kurdistanê, bi temamî tê cîbicîkirin, û tenê rê dê bê dayîn bi hatinûçûna otomobîlên hêzên emnî û tîmên tendirustî û ambulansan û ew ên di erkên fermî de ne.”
Rudaw
