• Monday, 09 February 2026
logo

Serok Barzanî serxweşî li malbata şehîd Elî Mîlî kir

Gulan Media April 16, 2020 Nûçe
Serok Barzanî serxweşî li malbata şehîd Elî Mîlî kir
Serok Mesûd Barzanî îro roja çarşemê 15.04.2020an peyemeke serxweşiyê arasteyî malbata şehîd Elî Milî kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye

Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya xanima Bedîe Hesen Salih, hevjîna şehîd Elî Mîlî û dayika Şehîdan Xetab û Reşad û Rehman gihîşt me.

Ew xanime, wekî hevjîna şehîd û dayika sê şehîdan, yek ji mînakên bilindên xwe gorîkirin û qehremaniya jina kurd e û cihê şanaziya gelê me ye.

Sersaxiyê li malbata we ya têkoşer û tevahiya nas û xizmên we dikîn û xwe bi hevbeşê xema we dizanîn.

Ji xwedayê mezin hêvîdarîn giyanê Bedîe xanim bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Basnews
Top