• Monday, 09 February 2026
logo

Aras Cengî derbarê radest kirina Mistefa Selîmî de çi got?

Gulan Media April 15, 2020 Nûçe
Aras Cengî derbarê radest kirina Mistefa Selîmî de çi got?
Aras Cengî hûrgiliyên radest kirina Mistefa Selîmî aşkera kirin û piştre jî înkar kir ku ew pêgeha ku zanyarî belav kirine ya wî ye.

Yek ji kesên serekî yên xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê yê nav YNKê de û naha endamê encûmena giştî ya rêveberiya YNKê ye Aras Cengî, di tora civakî ya facebookê de behsa babeta radest kirina Mistefa Selîmî de hin daxuyanî dan, lê piştre jî di torên civakî de gelek bertek li hember wê daxuyaniyê derketin pêş û ji ber wê jî înkar kir, ku ew pêgeha facebookê ne ya wî ye û bi navê wî hatiye vekirin.

Daxuyaniya wî waha ye

Silav rêz ji bo hemû hevalan

Her çende min pêwîst nedizanî di derbarê babeta birêz Mistefa Selîmî û radestkirina wî de ti tiştekî bibêjim, lê belê ew hemû nirxandinê xwar û xêç û nepejirandî min naçar kirin çend rastiyek bibêjim.

Em û Komara Îslamiya Îranê hevsînorîn û nabê em şerê raste rast dijî welatekî wiha bi hêz rabigihînîn ku wate dostayetî baştire li şerek ku bi te neyê kirin. Dema Mistefa Selîmî hate bajarê Pênciwên û ji bo pişkinîna Korona ji aliyê Asayîşê ve tê birin, bende û Kak Lahorê birayê min û Kek Polad û Kak Celal Şêx Nacî li mala me rûniştibûn, dema Kek Westa Hesen peywendiyê bi me ve kir, di derbarê destgîrkirina zîndaniyekî reviyayî her raste rast ji bo zanîna sedema zîndanîkirina wî birêzî me peywendiyê bi Nûnerayetiya Komara Îslamiya Îranê re kir û gote me: Belê ew zîndaniye tawanbare bi kuştina 2 serbazên me û spasiya we dikîn ji bo me vegerînin. Li rastiyê da her kî ji we li şûna me bûya we jî dê heman karê bikira. Hîç pêwîst nake babetê têkilî babetê neteweyî bikîn. Pêşmerge ewin ku li kampan dane, ewê ji bo Îranê hatiye şandin tenê tawanbarek bûye. Me bi parastin û bi cîh kirina partiyên Rojhilat dilsoziya xwe ji bo neteweya xwe nîşan daye. Xelk jî bi şandina kurê Kurd bo Lîbyayê kesayetiya xwe nîşan didin.

Li gel rêzên min

Aras Şêx Cengî
14.04.2020

Li gor zanyariyên BasNewsê piştî wan bertekên li torên civakî derketin pêş, Aras Cengî di malpera fermî ya partiya xwe de daxuyaniyek da û ragehand, ew pêgeha facebookê ne ya wî ye û bi navê wî ve hatiye çêkirin.

Basnews
Top