Li ser asta cîhanê hejmara pêketiyên Koronayê 2 milyonan derbas kir
Li gorî amarên malpera "Worldometer" ku daneyên derbarê Covid-19ê de berhev dike, li ser asta cîhanê hejmara pêketiyên vîrusê gihîşt 2 milyon û 65 kesan.
Welatê ku pêketiyên wê herî zêde ne, bi 614 hezar û 246an Amerîka ye. Piştî Amerîkayê bi 174 hezar û 60 pêketiyan Spanya, bi 62 hezar û 488an Îtalya, bi 143 hezar û 303 Fransa, bi 132 hezar û 210an Almanya û herwiha bi 93 hezar û 873an jî Brîtanya tê.
Li Çînê jî ku yekem car li wî welatî ev vîrus hat tomarkirin, hejmaraya pêketiyan gihîşt 82 hezar û 295 kesan.
Welatên ku hejmara pêketiyan ji 10 hezarî derbas bûye wiha ne:
Îran (74 hezar û 877), Tirkiye (65 hezar û 111), Belçîka (31 hezar û 119), Hollanda (27 hezar û 419), Kanada (27 hezar û 63), Swîsre (25 hezar û 936), Brezîlya (25 hezar û 684), Rûsya (21 hezar û 102), Portugal (17 hezar û 448), Awistirya (14 hezar û 234), Îsraîl (12 hezar û 46), Hindistan (11 hezar û 487), Îrlanda (11 hezar û 479), Swêd (11 hezar û 445), Koreya Başûr (10 hezar û 591) û Peru (10 hezar û 303).
Ji ber Covîd-19ê li ser asta dinyayê 126 hezar û 754 kes mirin, 484 û 597 pêketî jî baş bûn.
Rudaw
