• Monday, 09 February 2026
logo

Tirkiyê herêma Qendîlê bombebaran kir

Gulan Media April 15, 2020 Nûçe
Tirkiyê herêma Qendîlê bombebaran kir
Balafirên şer ên Tirkiye duh bi şev nêzîkî 20 xulekan quntara Qendîl , Ballekayetî û Zînê Wetê ku dikeve di navbera çiyayê Karox û quntara Qendîlê bombebaran kirin.

Rêvebirê Bajarokê Qesrê Şaxewan Wertî ji Rûdawê re ragihand ku duh şev 14ê Nîsanê 2020an du balafirên şer ên Tirkiyê nêzîkî 20 xulekan quntara Qendîl li sînorê herêma Raperîn û Bakekayetî û Zînê Wetê bombebaran kirin.

Derbarê ziyanên êrişê de Şaxewan Wertî diyar kir ku navendên gund û komelgehên niştecihbûnê li ber êrişên balafirên Tirkiyê ne ketine û herwiha ti sivilek nebûye qurbanî.

Şaxewan Wertî herwiha da zanîn ku lê tirs li ba xelkê deverê çêbûye, çimkî pêştir gundên wan hatine bombebarankirin.

Rudaw
Top