• Monday, 09 February 2026
logo

“Leşkerê Roj hêzeke Kurdistanî ye û berevaniyê li xak û gelê Kurdistanê dike”

Gulan Media April 15, 2020 Nûçe
“Leşkerê Roj hêzeke Kurdistanî ye û berevaniyê li xak û gelê Kurdistanê dike”
Çend roj in hin malper û rûpelên torên civakî nûçeya desteserkirina Şakir Ferman Binceq ji aliyê desthilatdarên Lîbyayê ve belav kirine, ku ew kes li aliyê hêzên ser bi Tirkiyê ve li Lîbyayê şer dikir. Hin pêgehên ser bi PKKê ve jî derfet dîtine ew kes Pêşmergeyekî ser bi hêzên (Leşkerê Roj) ve ye, wek hewlekê ji bo şikandina navê pîroz ê vê hêzê.

Di wê derbarê de Şarezayê di karûbarê Tirkiye û Sûriyê de Mistefa Şefîq ragihand, Kurdê Rojavayê Kurdistanê di 50 salên dawî de bi awayekî bibandor û serbilind beşdarî di şoreşên her çar perçeyên Kurdistanê de kirine, bi taybet di şoreşên Başûr û Bakurê Kurdistanê de, Leşkerê Roj (Pêşmergeyên Roj) jî ji gelî hatiye avakirin, ne tenê ewê kesên di nava Leşkerên Roj de, belkû dîroka malbatên wan jî welatparêz in. Reng e endamên malbatên wan Pêşmergeyan jî, şehîd li Başûr û Bakurê Kurdistanê dabin.

Herwiha got: Ew kesê bi navê Ferman Bonceq dema hatiye Başûrê Kurdistanê di Herêma Kurdistanê derbasî Tirkiye bûye û ti pêwendî bi rêzên Pêşmergeyên Roj re nekiriye.

Mustefa Şefîq amaje bi wê da: Pêwîst bû di van rojên selvegera komkujiya enfalê de, rojava Kurdî ew ba, çawa hewlên xwe bidin û wê komkujiyê wek jenosayd bê naskirin, ne ku Pêşmergeyên Roj yên bi dehan şehîd di şerê li dijî DAIŞê dane bi kesekî sivik bikin.

Diyar kir jî, di dîrokê de ti netewek wek Kurd nebûye qurbaniyê teror, wêranî û derbideriyê, heger kesekî karekî xirap kiribe, nabe bê gotin ku Kurd wiha dike. Lekekirina hêzeke Kurdî jî bi kesekî wiha, bixwe tawan e.


Ji aliyê xwe ve, Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) Nûrî Birîmo li ser heman pirsê ji K24ê re diyar kir, Leşkerê Roj û Pêşmerge hêzeke Kurdistanî ye, ji bo parastina xak, rûmet û gelê Kurdistanê hatiye damezirandin, di dîrokê de jî ti rokejê li derveyî xaka Kurdistanê şer nekiriye.

Got jî: Bi sedan kes ji Efrîqya, Amerîka û Asya di nava rêzên PYD/YPGê de şer dikin, ti carî ragihandina me behsa wê mijarê nekiriye, çawa PYD maf dide xwe bibêje kesek ji Kurdistana Sûriyê bûye Pêşmerge û çûye Lîbya.

Amaje bi wê jî da, bi hezaran Sûrî, Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyê di Herêma Kurdistanê re derbasî welatên din bûne. Heger kesekî bi Şakir Ferman Bonceq ji Tirbesipiyê hatiye Herêma Kurdistanê û tê re derbasî welatekî din bûye, ne pêwendiya Leşkerê Roj pê re heye û heta ew ne endamekî partiyeke ENKSê ye.

K24
Top