• Monday, 09 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Em berdewam dibin li ser parastina mafên pêkhateyan

Gulan Media April 15, 2020 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Em berdewam dibin li ser parastina mafên pêkhateyan
hêvî dike cejna xwe bi xêr û xweşî derbas bikin
Serokwezîrê herêma Kurdistanê bi minasebeta cejna sersalê peyameke pîrozbayê pêşkêşî Êzidiyan kir ku ev jî tekesta vê ye;

Bi minasebeta cejna sersal ya olî ya Êzidî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî xuşik û birayên Êzidî li Kurdistan û cîhanê de dikim.

Hêvî dikim sala nû têje be ji xêr û xweşî û kameranî û herwiha sala dawî hatin bi êş û azarên xuşik û birayên Êzidî ku di salên derbasbûyî de li ser destê terorîstan rastî tawanên mezin hatibûn.

Hikûmeta herêma Kurdistanê pêbendî parastina mafên tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî yên herêmê Êzidî jî weke pêkhateyeke resen ya gelê Kurd maf û daxwazên wan parastî dibin û tevahiya hevlên xwe bo zêdetir xizmet kirina wan bi tevger dikin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî
Top