TIRKIYE – Gotina ‘Kurd’ ji pirtûkekê hat derxistin
Weşanên Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê, beşek ji pirtûkên muqedîmeya Îbn Xaldun sansûr kir û belav kir.
Li gor zanyariyên civaknas û lêkolîner Adnan Firat Bayar ku li hejmara xwe ya torên civakî belav kirine, di beşeke derbarê Misirê de li cîlda yekem a muqadîmeya Îbn Xaldun ku gotineke têkildarî Kurdan tê de heye, ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê sansûr hatiye kirin.
Adnan Firat Bayar aşkere kiriye ku di rûpela 643 a pirtûka cîlda yekem a muqadîmeya Îbn Xaldun de ku ew beş derbarê Misirê de bûye, gotina, ‘kesên ji binemala Kurd’ hatiye sansûrkirin û ji wê beşê hatiye derxistin.
Di pirtûka resen a Îbn Xaldun de tê gotin, “Li dewleta Tirk (Memlûkî) jî li Misirê, kesên Tirk an jî kesên ji binemala Kurd (Eyyubî) ku berî wan rêveber bûn, tên erkdarkirin.”
Lêbelê di pirtûka ku ji Weşanên Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê hatiye belavkirin de, ew beş wiha hatiye guhertin, “Li dewleta Tirk jî, ev post di destê mirovên mezin ên dewletê ên Tirk û kesên berî wan hukim kirine de bûye.”
Pirtûkên ku ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê ve tên belavkirin, gelek caran ji aliyê xwendekarên lîsans, master û lêkolîneran ve, ji bo lêkolînên zanistî weke çavkaniyek tên dîtin.
Sansûrkirina gotineke têkildarî Kurdan di berhemeke wiha girîng û dîrokî de bûye cihê nîqaşê û karvedanek bi xwe re aniye.
Rudaw
