• Monday, 09 February 2026
logo

Li Amerîka 1513 kesên din ji ber Koronayê mirin

Gulan Media April 14, 2020 Nûçe
Li Amerîka 1513 kesên din ji ber Koronayê mirin
Li Amerîka hezar û 513 kesên din ji ber vîrusa Koronayê mirin.

Li gorî amarên fermî yên ku duhî hatin ragihandin, di heyama 24 saetan de 1513 kesên din ji ber vîrusa Koronayê mirin û hejmara miriyan gihîşt 23 hezar û 640 kesan.

Li gorî amarên han, hejmara berkeftiyan jî gihîştiye 588 hezar û 435 kesan, 44 hezar û 308 berkeftiyên Koronayê jî baş bûne.

Tenê li New Yorkê zêdetirî 10 hezar kes ji ber vîrusa Koronayê mirine.

Basnews
Top