• Monday, 09 February 2026
logo

Serokê partiyeka siyasî ya Tirkiyê bi Koronayê mir

Gulan Media April 14, 2020 Nûçe
Serokê partiyeka siyasî ya Tirkiyê bi Koronayê mir
Serokê partiyeka siyasî ya Tirkiyê bi vîrusa Koronayê mir.

Serokê partiyeka siyasî ya Tirkiyê bi navê Partiya Tirkiya Serbixwe (BTP) Haydar Baş ji ber vîrusa Koronayê mir.

Haydar Baş, piştî ku bi vîrusa Koronayê ketibû, li nexweşxaneya bajarê Trabzonê hatibû razandin.

8 endamên malbata Baş jî bi vîrusa Koronayê ketine û niha li nexweşxanê hatine razandin.

Haydar Baş sala 1947 li bajarê Trabzon yê Tirkiyê ji dayîk bibû û bawernameya xwe ji Enstîtuya Bilind ya Îslamê ya zankoya Ercîyes ya bajarê Qeyseriyê standibû.

Basnews
Top