• Monday, 09 February 2026
logo

10 leşkerên Îraqî birîndar bûn û çend leşker jî hatin revandin

Gulan Media April 14, 2020 Nûçe
10 leşkerên Îraqî birîndar bûn û çend leşker jî hatin revandin
4 leşkerên Îraqî jî hatine revandin
Li gor daxuyaniya artêşa Îraqê îro hêzên leşkerî yên Îraqê li devera Daqoqê operasiyonek li dijî terorîstên DIŞIê lidar xistine lêbelê hêzên leşkerî yên Îraqê ketine kemîna terorîstên DIŞIê.

Li gor daxuyaniya han di encama pevçûna navbera terorîstên DIŞIê û leşkerên Îraqî de du leşkerên Îraqî hatine kuştin, çar leşkerên Îraqî ji aliyê DIŞIê ve hatine revandin û 10 leşkerên din yên Îraqê jî birîndar bûne.

Herwiha di heman pevçûnê de 4 terorîstên DIŞIê jî hatine kuştin.

Top