• Monday, 09 February 2026
logo

Li Kurdistanê Korona ber bi nemanê ve diçe

Gulan Media April 13, 2020 Nûçe
Li Kurdistanê Korona ber bi nemanê ve diçe
Wezîrê tendirostî yê hikûmeta Kurdistanê ragihand ku di nava 24 seatên derbasbûyî de li Kurdistanê ti kesek bi Koronayê neketiye.

Wezîrê tendirostî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî ragihand ku di nava 24 seatên derbasbûyî de cerbandinên nûjdarî bo zêdetir ji hezar kesan hatine kirin û ti welatiyek bi Koronayê neketiye.

Saman Berzencî eşkere kir ku em weke wezareta tendirostî berdewam dibin li ser tedbîrên xwe parstinê û nabe bi temamî qedexeya hatûçû were rakirin jiber ku mimkune encamên vê kêşeyan çê bike.

Top