• Monday, 09 February 2026
logo

Li Urmiyeyê 7 girtî canê xwe ji dest dane

Gulan Media April 13, 2020 Nûçe
Li Urmiyeyê 7 girtî canê xwe ji dest dane
zêdetir ji 100 girtiyan bi Koronayê ketine
Navenda Hengaw bo mafên mirovan raportek derbarê rewşa girtiyên nava girtîgeha Urmiyeyê de belav kiriye û eşkere kiriye ku Korona li girtîgeha Urmiyeyê jî belav bûye.

Li gor raporta han heta niha bi giştî 7 girtî li girtîgeha Urmiyeyê ji ber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Di beşeke din ya vê raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku zêdetir ji 100 girtiyên din jî li girtîgehê bi Koronayê ketine.
Top