• Tuesday, 10 February 2026
logo

Sûriye dibe hawirdekara herî mezin a petrola Îranê

Gulan Media April 13, 2020 Nûçe
Sûriye dibe hawirdekara herî mezin a petrola Îranê
Piştî ku xwesteka petrola xav a Çînê ber bi kêmbûnê ve çû, Sûriyê bû yekem kiryar û hawirdekara petrola xav a Îranê. Petrola xav wek kilîta sereke ya mana Beşa Esed tê hejmartin. Lê bilindbûna qebareya hawirdekirina petrola xav ji aliyê Sûriyê ve ji Îranê, dahateke zêdetir ji bo Tehranê berdest nake.

Cezayên Amerîkayê li ser kerta petrola Îranê û daketina berçav a hinardeya petrola Îranê, derfetek ji Sûriyê re peyda kir ku petrola xav ji Îranê hawirde bike. Li gor malpera Tanker Trackersê, di nîsana îsal de Sûriyê rekoreke nû di hawirdekirina petrola xav a Îranê de tomar kir. Herwisa bêtirî şeş tankerên petrola xav ku şiyana wan a guhastina 6.8 milyon bermîlên petrolê heye, ji Îranê ber bi bendera Banyas li Sûriyê çûn, ku dike 230 hezar bermîlên petrolê di rojekê de. Ev di demekê de ye ku li gor amara herî dawî, hawirdekirina petrola Îranê ji aliyê Sûriyê ve di gulana 2019an de bû, ku tenê 84 hezar bermîlên petrolê di rojekê de bû.

Berî destpêkirina şerê navxweyî li Sûriyê, hikûmeta Şamê petrol ji Îranê hawirde nedikir. Lê di dema şerê 9 salî yê Sûriyê de hawirdekirina rojane ya petrola xav a Îranê ji aliyê Sûriyê ve di navbera 30-60 hezar bermîlî de bû, ku dike yek ta du tanker di her heyvekê de. Di çarêka yekem a îsal de, Sûriyê mezintirîn hawirdekara petrola xav a Îranê ye û ev cara yekem e di dîrokê de ku Sûriyê dibe yekem mezintirîn kiryara petrola Îranê.

Li gor amarên kanûna duyem û sibata 2020an, hinardeya rojane ya petrola Îranê bo Çînê daketiye 81 hezar bermîlan. Li wê gorê ku depoyên petrolê tije bûn û petroleke zêde jî li bazaran heye, tê çaverêkirin bi asayîbûn û vegera xwesteka petrola Çînê jî, Îran bi hêsanî nikaribe hinardeya petrola xwe bo Çînê asayî bike.

Hinardeya petrola xav a Îranê di sê heyvên yekem ên 2020an de bi awayekî berçav kêm bû. Lê li gor amarên çarêka çaran a 2019an, qebareya hinardeya rojane ya petrola Îranê 223 hezar bermîlên petrolê bû ligel sê tankeran, ku yek ji wan bi qebareya 117 hezar bermîlan di rojekê de bû û bo Çînê hate şandin. A duyem bi qebareya 74 hezar bermîlan di rojekê de çû Sûriyê û ya dawî bi qebareya 31 hezar bermîlên petrolê di rojekê de bo Holendayê hate şandin. Heke Holenda here rêza welatên ku hawirdekirina petrola Îranê ragirtine, êdî hinardekirina petrola xav a Îranê di çarêka yekem a 2020an de tenê 170 hezar bermîlên petrolê di rojekê de dibe.

Çavkanî: Tanker Trackers, Kepler, Mîs û welatên hawirdekarên petrola Îranê.

Pêwendiya bazirganiya petrolê di navbera Îran û Sûriyê de, qet ne pêwendiyeke aborî bû. Lê belê ji bo parastina mana Beşar Esed di desthilatê de bû. Ji bo Beşar Esed jî hawirdekirina petrola xav a Îranê ji bo mana xwe di bereya Tehranê de bû, ku di 9 salên borî de desthilata Şamê parast.

Heke em vegerin berî destpêkirina şerê navxweyî li Sûriyê di 2011an de, em ê bibînin ku şiyana rojane ya Sûriyê hebû ku 390 hezar bermîlên petrolê li zeviyên petrolê yên başûr – rojhilat û bakur- rojhilat berhem bîne. Di qonaxa berî şer de, Sûriyê tenê 40 hezar bermîl berhema petrolê ji derve hawirde dikir. Wê çaxê Sûriyê welatekî hinardekarê petrolê bû, ku rojane bi rêya Deryaya Navîn, 150 hezar bermîlên petrolê hinardeyî Ewropayê dikir.

Di 2013an de berhemanîna petrola Sûriyê daket 28 hezar bermîlan di rojekê de. Ji 2014an û bi şûn de berhema petrola Sûriyê careke din û bo dema 4 salan kêm bû û gihişt 9 hezar bermîlan di rojekê de. Ev jî piştî ku di 2013an de zeviyên bakur rojhilatê Sûriyê ketin destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û DAIŞ jî dest danî ser zeviyên petrolê yên başûr rojhilat.

Lê hikûmeta Şamê pêwendiyeke veşartî ya bazirganiya petrolê ligel hêzên kurdî çêkir û piraniya zeviyên başûr rojhilatê Sûriyê ji destê DAIŞê derxistin û karîbû berhemanîna petrolê geştir bike. Lê ji ber ku jêrxana zeviyên petrolê têk çûbûn û şiyan û çavkaniyeke sînordar a darayî û mirovî li ber destê hikûmeta Sûriyê bû, lewma tenê di şiyana wê de bû asta berhemanîna petrolê bo 20-30 hezar bermîlan di rojekê de bilind bike.

Hikûmeta Sûriyê bi wê astê ji berhemanînê nikarîbû pêdiviyên navxweyî berdest bike. Vê yekê aloziyeke mezin bo hikûmeta Şamê çêkir. Wek Wezîrê Petrola Sûriyê Elî Xanim ragihand: “Pêdiviyên navxweyî yên Sûriyê bê li ber çavgirtina petrola navçeyên di bin desthilata hikûmeta Sûriyê de ne bi vî rengî ye: 8 hezar bermîlên petrolê di rojekê de bo gasoilê, 35 hezar bermîl di rojekê de bo benzînê, 45 hezar bermîlên petrolê di rojekê de bo petrola reş û 1 hezar û 200 ton/di rojekê de gaza şil a xwezayî.” Lê ligel bilindbûna xwestekên navxweyî niha, ji bo peydakirina xwestekên navxweyî, pêwîstiya hikûmeta Sûriyê bi parzûnkirina 100-120 hezar bermîlên petrolê di her rojekê de heye.

Îran vê valahiyê bo Sûriyê tije dike û rojane petrolê hinardeyî herdu rafînerên Banyas û Humsê dike. Ya yekem berî destpêkirina şer, di her rojekê de 125 hezar bermîlên petrolê parzûn dikirin. Ya din jî her roj 120 hezar bermîlên petrolê diparzinîne. Lewra heke Îran hinardeya petrola xav bo Sûriyê ragire, hikûmeta Sûriyê tûşî qeyraneke birêvebirina darayî dibe ku nikare çareser bike, wek ku di zivistana 2018 û 2019an de ji ber kêmbûna berhemên petrolê tûşî xwepêşandanên berfireh bû ku sedema wê kêmbûna hinardeya petrola Îranê bo Sûriyê bû ji ber cezayên Amerîkayê. Ne zêdegavî ye heke bê gotin ku hikûmeta Sûriyê bêyî petrola belaş a Îranê nikarîbû bi dirêjahiya dehsalên şer xwe rabigire.

Çavkanî: Tanker Trackers, Mîs.

Her çiqasî di aliyê qebareyê de pêwendiya bazirganiya petrolê di navbera Sûriyê û Îranê de ne pirr zêde ye, lê di aliyê ceopolîtîkî û armancên veşartî yên din de ji bo herdu aliyan here giring e. Hinardekirina petrola Îranê bo Sûriyê wek beşekî ji parastina pêwendiyeke hevpar û mana Beşar Esed di desthilatê de bû. Her di wê çarçoveyê de jî hinardeya petrolê ji Îranê bo Sûriyê ji 2012an ve çend caran hate nûkirin û firehkirin. Her çiqasî çend raporên medyayî yên cuda derbarê bihayê pêwendiya bazirganî ya Şam û Tehranê amaje didin 4-8 milyar dolaran, lê xalên sereke yên peymana petrolê ya Îran û Sûriyê nihênî mane.

Tevî ku zanyariyên peymanê nihênî mane, lê hikûmeta Sûriyê bi berdewamî di dema salên 2013-2019an de, rojane 45 hezar bermîlên petrolê ji Îranê hawirde kirine. Heke em wê tibaba petrolê bi nirxê petrola Brent binirxînin, Sûriyê bi bihayê 10 milyar dolaran petrol ji Îranê hawirde kiriye. Heke her bermîleke petrola Îranê bi 4 dolaran ji nirxê Brentê erzantir hatibe firotin, bihayê tevahiya petrolê dike 9.5 milyar dolar.

Bihayê madî yê pêwendiya Sûriyê û Îranê nîvê hevkêşeyê ye, çimkî her bi kirde jî hinardekirina petrola xav bo Îranê ji ber cezayên Amerîkayê pirr dijwar bû. Îran bi domandina hinardeya petrolê, Pergala Nasîna Otomatîk (AIS) vedimirîne. Ev pergal ji bo diyarkirina tevgera keştiyên petrolê û nasîna wan tê bikaranîn.

Vê tektîka Îranê, Kepler û Tanker Trackers bêgav kir ji bo çavdêriya keştiyên petrolê yên Îranê pena bibin bo wêneyên heyvên destkird. Çavkanî piştrast dikin ku qebareya hinardekirina petrola xav a Îranê bo Sûriyê bi tevahî 45 hezar bermîlên petrolê bû di her rojekê de. Zêdebûna niha ya hinardeya petrola Îranê bo Sûriyê wê rastiyê nîşan dide ku kiryarên petrola Îranê nînin.

Sûriyê hevpeymaneke stratejî ya Îranê ye û mana Esed pêkhênereke sereke ya stratejiya Îranê li deverê pêk tîne. Bi sepandina hegemoniya xwe li Sûriyê, Îran dikare bibe xwedan sînorê hevpar ligel Libnan û Hizbullahê, ku mezintirîn hêza wekîl a Îranê li deverê ye. Wekî din têkiliyên Îran û Sûriyê beşek in ji konevaniyeke demdirêjtir a Îranê, ku wek Hîva Şiî tê naskirin û tê de Îran, Iraq, Sûriyê û Libnan bi hev ve tên girêdan.

Dihat çaverêkirin ku Îran qezenca serketinên Sûriyê hilgirre, lê diyar e ku Beşar Esed wê Îran û Rûsyayê jî bi girêbestên petrolê xelat bike. Bazirganî ligel Sûriyê zehmet e, lê hemû amaje diyar dikin ku Rûsya piraniya girêbestan biriye, wek çawa sê girêbestên lêgerîn û derxistina petrolê daye du şîrketên nenaskirî yên rûsî, wek çawa girêbesta 49 salî ya Tertûsê û girêbesta 50 salî ya berhemanîna fosfatê daye şîrketa Stroytransgazê ya rûsî.

Şîrketa Stroytransgaz bûye xwediya ji % 23 ji zeviya petrol û gaza Novatîk ku ser bi Grûpa Volga ye. Pêwendiyeke bihêz a Serokê Şîrketa Stroytransgazê Gennady Timchenko ligel Vladimir Putin heye û ji aliyê Amerîkayê ve ceza li ser wî hatiye sepandin.

Îran û Rûsya di 9 salên borî de piştevaniya mana Esed kirin, lê hikûmeta Sûriyê bi eynî çavî li Rûsya û Îranê mêze nake. Çimkî şiyana Îranê ya beşdariyeke mezin di avedankirin û şênkirina Sûriyeke wêran de nîne, ku pêdiviya jinûve avakirina wê bi 400 milyar dolaran heye. Di aliyê darayî de, diyar e wê pir kêmtir ji wan 10 milyarên ku bi petrolê di Sûriyê de hilberîn kir, li Îranê bên vegerandin.

Rudaw
Top