WHO: Bilindbûna pileya germê vîrusa korona jinav nabe
Malpera RTya Rûsî belav kir, WHO di daxuyaniyekî ku tora civakî ya twitterê de ragehandiye, xwe dayîn ber taw û rojê û bilindbûna germê ya ser 25 dereceyê nabe alîkar ku mirov ber vîrusa korona nekeve.
Li gor WHOyê eger pileya germê bilind bibe û berdewam roj û hetaw hebe jî dîsa metirsiya berketina wê şewbê bo mirov her heye. Ji ber wê xweparastin pêwîste berdewam be û dest şûştin û herwaha dest li çav û difnê neyê dayîn û ji qerebalixê dûr ketin, li gel vê jî her kesekî ber wê vîrusê ket, nayê wê wateyê ku heta heta her nexwaşe.
Basnews
