• Monday, 09 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê komîteyeke taybetî dadimezrîne

Gulan Media April 12, 2020 Nûçe
Hikûmeta Kurdistanê komîteyeke taybetî dadimezrîne
ev girtiyê Kurd ku hatibû radestkirin îro hatiye dardekirin
Piştî radest kirina girtiyê siyasî yê Kurd Mistefa Selîmî bi rejîma Îranê li Pêncivênê û darde kirina vî, ji aliyê Îranê ve, bi fermana Serokwezîrê Kurdistanê komîteyek bo lêkolîn kirin li ser vê bûyerê tê damezrandin.

Mistefa Selîmî ku di girtîgeha Seqizê de hatibû girtin, di dema serhildana girtîgehê de reviya bû û berê xwe dabû başûrê Kurdistanê, lê li Pêncivênê ji aliyê hêzên asayîşa YNKê ve radestî Îranê hatibû kirin û îro şemî li Seqizê hatibû dardekirin.

Li ser vê bûyerê jî Peyvdarê hikûmeta Kurdistanê ragihand ku bi fermana Serokwezîr komîteyek bo lêkolîn kirin li ser vê bûyerê tê damezrandin û hikûmeta Kurdistanê bi ti awayî ji bûyera radest kirinê nehatiye agehdarkirin.

Ktv
Top