Li Mûşê di nîsanê de xebatên paqijkirina berfê berdewam in
Li rêya Sêmalkan a li 2 hezar û 700 metre bilindahiyê ye xebatên paqijkirina berfê dewam dikin.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Şeyhmus Yentur diyar kir ku xebatên paqijkirina berfê yên li herêma Çawîştepeyê dê di demeke kurt de werin temamkirin.
Yentur destnîşan kir ku Şeyhmus Yenturê hewleke mezin didin û wiha pê de çû: “Ji ber zivistana zor derbas bû vekirina rêya alternatîf bi derengî ket. Em dê bi 4 makîneyên kar di hefteyekê de xebatên vekirina rêya herêmê temam bikin.”
Celal Tumer ê ajokarê makîneya kar jî got ku ji ber ba û bagerê berf zehf di ser hev de ketiye û tepisiye ji ber wê ew zehmetiyê dikişînin.
Rudaw
