“Ji ber hejariyê xelkê Rojhilatê Kurdistanê guh nadin Korona”
Nûnerê bajarên Pîranşar û Serdeşt Resûl Xezrî ji malpereke Îranî re ragihand, beşa mezin ji pêwîstiyên xelkê ji aliyê kesên dewlemend û xêrxwazan hatine dabînkirin.
Got jî, belavbûna vîrusa Korona, qeyraneke mezin e, lê ligel wê jî xelkê bajarên Kurdistanê ji ber ku hejar in, bi neçarî rojane ji malê derdikevin û kar dikin, ji ber wê jî guh nadin metirsiyên vîrusa Koronayê.
Ew parlemanterê Kurd daxwaz ji Hikûmeta Îranê dike, tenduristiya welatiyan biparêze û pêwîstiya jî ji wan re dabîn bike.
Li gor amaran, heta niha li 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê nêzîkî 4 hezar kes bi vîrusa Korona ketine û nêzîkî 375 kesan jî canê xwe jidest dane.
K24
