• Monday, 09 February 2026
logo

Serok Barzanî serxweşiyê li siyasetmedarê Iraqî Nesir Çadirçî kir

Gulan Media April 12, 2020 Nûçe
Serok Barzanî serxweşiyê li siyasetmedarê Iraqî Nesir Çadirçî kir
dibêje cîhê destê vî vê hertim diyar be
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birayê birêz Nesir Çadirçî

Bi xem û kovaneke zêde ve nûçeya koça dawî ya Endezyarê Avahîsaziya navdarê Iraqî Refet Çadirçî yê birayê we gihîşt me. Xwedê jêrazî cihê destê xwe yê hunerî bi cîh hiştiye ku li cem nifşên paşarojê zîndî dimîne.

Em xwe bi hevbeşê xema we dizanîn, serxweşiyê li we yên birêz dikîn û ji xwedayê mezin hêvîdarîn xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê bi we bibexşê.

Mesûd Barzanî

11 Nîsan 2020
Top