• Monday, 09 February 2026
logo

Termê gerîlayekî PKKê bi kargoyê bo dayika wî şandin

Gulan Media April 11, 2020 Nûçe
Termê gerîlayekî PKKê bi kargoyê bo dayika wî şandin
Termê gerîlayekî PKKê ku li Dêrsimê di şerekê de canê xwe ji dest dabû, bi rêya kargoyê bo malbata wî hat şandin.

Gerîlayê bi navê Egîd Îpek, roja 23ê Gulana 2017an di şerekî de li gel leşkerên Tirkiyê li girê Xelasor li herêma Dêrsimê, canê xwe ji dest dabû û piştî 2 sal ji bûyerê, meha Gulanê, malbata wî hat agahdarkirin ku termê Îpek hatiye dîtin.

Li ser vê yekê, malbata Egîd ku niştecihên bajarê Amedê ne, çû Dêrsimê û nimûneya xwînê dan bo ku testa DNAyê bê kirin ji bo tekezkirina nasnameya wî termî.

Di encama testa DNAyê de hat piştrastkirin ku ew termê Egîd Îpek e. Lêbelê wê demê termê Egîd radestî malbatê nehat kirin.

Serdozgeriya Komarî ya Dêrsimê ew termê ku ji Saziya Tîpa Edlî ya Stenbolê bo wan hatibû şandin, bi rêya kargoya PTTê ji bo Serdozgeriya Komarî ya Amedê şand.

Malbata Egîd jî bo avahiya serdozgeriyê hat vexwendin û li wir hestiyên gerîlayê PKKê di nava qutiyekê de radestî malbata wî hatin kirin.

Halîse Aksoy, dayika Egîd dibêje, “Me dizanî ku kurê min berî 3 salan di pevçûnekê de canê xwe ji dest daye. Wê demê tişta ji destê me tê me kir bo ku termê wî bibînin, lê me encamek bi dest nexist. Par li me geriyan û gotin, ‘termê we di destê me de ye’. Ji bo hestiyan jî nimûneya DNAyê xwestin.”

Ew dayika gerîlayê PKKê aşkere dike, “Me bi rêya parêzeran hewl dida ji bo hestiyên kurê xwe werbigirim. Çend roj berê li min geriyan û gotin ‘emanetek we heye li edliyê, herin wergirin’ lê negotin ka çi ye. Ez çûm edliyê û li beşa emanetan ji min re hat gotin, ‘ev hestiyên kurê te ne’. Di nava paketekê de... ez nizanim çi bêjim.”

Termê Egîd Îpek ku di qutiyekê de radestî dayika wî hat kirin, li bajarê Mêrdînê bi xakê hat spartin.

Rudaw
Top