Serok Barzanî: Referandumê bingeha bihêz ji mafê serxwebûnê re danî
Serok Barzanî: Piştî artêşa Iraqê ji Kuwêtê hat derxistin, li Sefwan pêwendiya rasterast di navbera Schwarzkopf (Fermandarê Hêzên Hevpeymanan) û artêşa Iraqê de hat kirin, 2 feyleq ji artêşa Iraqê xwe radest kirin. Serhildanê jî di dawiya Sibatê û destpêka Adarê destpê kir. Wê dema min hest bi şanaziyê kir ku Kurd im, ji ber ku Kurd bi mirovane serederî bi serbazên Iraqî re kirin.
MBC: Çawa bû?
Serok Barzanî: Heman serbazên û heman yekîneyên serbazî bû, ên ku enfal, kîmyabaran, koçkirin û kuştin û hemû karesatên hatine serê gelê Kurd kiribûn, li hemberê Kurd bi başî serederî bi wan kirin û kiryarên tolvedanê nekirin.
Sedam roja 13ê Adarê pêwendî bi min re kir û peyamek şand, ku niha qonaxeke nû ye û em dixwazin guftûgoyan bikin. Me bersiv da ku em her dem bi guftûgoyê re bûn, me ti rojekê jî daxwaza şer nekiribû û rojekê jî baweriya me nebû ku şer riyeke çareseriya pirsgirêkan e, heger hûn cidî ne, em amade ne.
Lê piştre dîsa helwestên wan hat guhartin û dest bi operasyoneke serbazî li ser me kir, destpêkê hin pêşketin kirin ji ber ku karînên me nebûn, lê piştre şerekî yekalîker rû da û hejmarek mezin ji tank û zirîpoşên wan hatin şikandin û ziyanên mezin dîtin, vêca operasyon rawestiya û careke din daxwaza guftûgoyan kir. Yekem şande bi serokatiya Celal Talebanî çû, şanda duyem ez çûm.
MBC: Di bîra te ye Sedam çi bi te re got?
Serok Barzanî: Destpêkê hevdîtin bi şanda wan re bû, piştre wî daxwaza hevdîtina bi min kir, ez û wî tenê bûn, wî got, hatina te cihê pêzanîna min e û dizanim çendî zehmet e jî, lê hêvîdar im bigihin rewşekê bikeve berjewendiya gel û em sûdê ji ezmûnên berê bibînin. Min jî got, rola te di 11ê Adarê jî di bîra min de ye, lê ez dizanim jî piştî 11ê Adarê çi rû da, ez di ser deryayek ji xwînê hatime bexdayê, lê berjewendiya welat wiha daxwaz dike û ez hatim, heger em bigihin rêkeftineke xurt, em amade ne, lê heger rêkeftineke lawaz be, em ne amade ne. Xala duyem jî, divê ez çarenivîsa windayîyan bizanibim. Dema min behsa windayîyan, wî nekarî li çavê min binêriya. Piştre wî got, tiştin rû dan, xwaziya nebûna, yên xweş mane, dê bêne berdan, yên din jî divê em bi hev re hewl bidin encamên wê çareser bikin.
MBC: Tu dibêjî ewên li derdora Ebdulkerîm Qasim bûn bi lihevhatinê nerazî bûn, ewên li derdora Sedam Husên çawa bûn.
Serok Barzanî: Ti kes li derdora Sedam tune bû ku cegerdar bibe şêwirekê bide, wî li gor baweriya xwe dikir. Min wiha didît.
Bexda piştî 2003an
MBC: Piştî rûxandina rêjîma Sedam Husên û vegera Kurd bo Bexdayê, ma ew biryareke şaş bû?
Serok Barzanî got: Wê demê armanc, avakirina Iraqeke nû be û Kurd û hemû pêkhateyên din tê de mafên xwe werbigirin û welatî tê de hest bi ewlehiyê bike û hest bike ku welatekî wî heye û hest bike ku bi erk rabe, ta mafên xwe werbigire. Biryar ne şaş bû, belkû biryara her rast di wê demê de bû.
MBC: Kê biryara Kurd wê dema da?
Serok Barzanî: Partiyên Kurd biryar da, Partiya Demokrat a Kurdistanê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û partiyên din û Parlemana Kurdistanê biryar da.
MBC: Te pêşbînî dikir, çarenivîsa Sedam Husên wiha ba?
Serok Barzanî: Min bawer dikir, ku heger bigihe astekê, dê dawî li jiyana xwe bianiya û ji xwe re dîrokek binivîsiya. Lê dema min dît çawa ew ji kortikê derxistin, ji çavê min ket.
MBC: Helwesta Kurdan ji dadgehê çi bû?
Serok Barzanî: Helwesta Kurd bi rûmet û mirovî bû.
MBC: Hin dengên Iraqî hebûn dibêjin, stemkarî li Sedam di dadgehê de hate kirin û diviyabû Iraqiyan ew dadgeh bikirina?
Serok Barzanî: Ew ji ber hemû tawanên bi ser gelê Iraqê û cîranên Iraqê de hatine kirin de ve berpirsyar bû. Bawer in, divê di şeva cejnê de nehatiba bidarvekirin, berî cejnê, yan piştî cejnê.
MBC: Dema te dîmena Sedam dît bi da ve bû, hesta te çi bû?
Serok Barzanî: Min hest kir ku xwedê tolê li stemkaran vedide. Xwedê derfetê dide, lê piştguh nake.
Pêwendiya Kurd û Amerîka di serdema George Bush de
Serok Barzan: Di ser dema Geoge Bush ê bavik de, Amerîka ji me re got, ku hêzên me dê vekişin û tenê navendeke hevahengiyê li Zaxo dihêlin, heger hikûmeta Iraqê jî êrîş we bikin, emê bersivê bidin, lê heger hûn êrîş bikin, em destêwerdanê nakin, ev nameya Washigtonê bû. Piştî Klinton hat, nameya Amerîka hat guhartin, Amerîka got, heger hûn êrîşî artêşa Iraqê bikin, em destêwerdanê nakin, emê destêwerdanê bikin, lê di dem û cihê ku em diyar bikin de. Min jî ji wan re got: Heger em mirin, fatîhê li ser me nexwînin. Anku em nerazî bûn.
Piştre û berî ketina rêjîma Sedam, di serdaneke neragihandî de em çûn Washingtonê. Dema me bawer kir ku rast biryarek bi hilweşandina rêjîma Iraqê heye, me ji Amerîka re got, heger hûn cidî ne, em jî cidî ne. Em dixwazin derfetek were pêş, em Iraqeke nû ava bikin.
Pirs kirin, pêşniyara we çi ye? Me got, divê kongreyek ji hemû aliyên opozîsyona Iraqê re bê kirin, li wir guftûgo bikin çawa Iraqa nû ava bikin. Di meha Berçile de li Londonê kongre hat girêdan û rêkeftin li ser çawaniya avakirina Iraqê nû û dagirtina valahiyê hat kirin, lê di roja dawiyê de min hest kir ku hin alî dixwazin tolê vedin. Min gotarek pêşkêş kir û got, ez her dem li dijî dîktatoriyê me û min şerê rêjîmê jî kir, 37 kes ji malbata min ji bira, pismanên û zarokên pişmanên, 8 hezar ji eşîra min û 180 hezar ji netewa min bûn qurbanî, heger ji niha ve bîr li wê bikim ku piştî rûxandina rêjîmê, 37 kesan ji malbata Sedam, 8 hezar kesî ji devera Tekrît (devar Sedam) û 180 hezar kesî ji taîfeya wî bikujim, dê çi li vî welatî bimîne, heger her kesek bixwaze li tolvedanê bike.
Min got, tiştê herî baş ew e, em li ser lîsteya tawanbaran hev bikin û wan bidin dadgehan û sizayên xwe werbigirin, yên din jî di welat bijîn û rûpeleke nû vekin.
MBC: Niyaza opozîsyona Iraqê wê demê tolvedan bû?
Serok Barzanî: Min got, ez niha li ser pêşeroja Iraqê ditirsim, em nikarin welat ava bikin, hinek ligel min bûn, hinek jî li dij.
MBC: Tu li dijî rîşekêşana Beis bû?
Serok Barzanî: Ez li dijî wê yekê me ku bi awayekî serederî bi paşmayên Beis re bê kirin, tenê ewên tawanbar in divê sizayên dadwerane werbigirin, lê yên din nabe şerê nanê wan were kirin. Ez ne li dijî rîşekêşana siyasî bûm, ez li dijî birîna nanê xelkê me.
Pêwendiya Serok Barzanî û Paul Premer
Serok Barzanî: Paul Premer rewşa herêmê nedizanî. Di yekem civîn de wî got, ez nûnerê civaka navdewletî û Serokê Amerîka dikim, biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ev proseya dagîrkirinê ye û gotina dagîrkirin bi we giran e, lê ezê biryaran derbikim û hemû desthilat di destê min de ne û min biryar daye ji we komîteke şêwirmendiyê ava bikim, lê nayê wê wateyê ku ku ezê bi hemû pêşniyazên we bikim.
Min got, ez nûnertiya xwe dikim. Her kesek jî nûnertiya xwe dike. Xwe taqî bike tu yê çawa dewletê û dzgehên wê damezirînî, lê baregeha min li Hewlêrê ye û ji kesekî re nabin şêwirmend, heger pêwîstiya te bi min hebû yan karekî te hebû, ez li Hewlêrê me.
MBC: Wî bi çi bersiv da te?
Serok Barzanî: Zêdetirî du mehan pêwendî bi min re nekir, wî xwast min bêzar bike, lê li hember wî radiwestiyan û min tiştek jê qebûl nekir. Piştrw ew hat û serdanên xwe dubare dikirin, wek tiştek rû nedaye.
Endametiya Encûmena Desthilatê
Serok Barzanî: Bê agahdariya min, navê min xistin Encûmena Desthilatê, min destpêkê red kir, piştre min dît ku kesayetiyên birêz tê de hene û ji bo ku bandor li wan nebe, min qebûl kir navê min tê de hebe.
Sira serokatiya min ji Encûmenê re di meha Nîsanê de hat, armanca min ew bû, çend rojan bimînin û vegerim, lê şeva ku gihîştime Bexdayî bûyerên Felûceyê rû da, ez neçar mam heta dawiya mehê bimînim.
MBC: Çi astengî li Encûmena Desthilatê rastî te hatin?
Serok Barzanî: Min li ser çawaniya birêveçûna kar ji Sekreterê Encûmenê pirsî, wî got her biryarek bê girtin, diçe cem Premer, yan ewê pesend bike yan jî dê red bike. Min pirsî, heta niha çend biryar hatin standindin û Premer li ser çendan erê kiriye û çend red kirin. Wî got, heta niha 113 biryar ji aliyê encûmenê ve hatine standin Premer jê 97 biryar red kirine. Min pêwendî bi Premer kir û jê re got, heger li biryarekê îmze bikim û tu red bikî, yek xulekê jî li Bexdayê namînin. Piştre wî ti biryarek ji aliyê min ve red nekir.
Heger em Encûmena Desthilatê bi rewşa piştî wê re berawird bikin, Encûmena Desthilatê gelekî baştir bû.
MBC: Ew ne bingeha avakirina rewşa taîfeyetê li Iraqê bû?
Serok Barzanî: Na, di Encûmena Desthilatê de rêzgirtin û hevşêwirmendî û gelekî hevahengî hebû û bi berpirsatî kar dikir, lê bê desthilat bû, desthilat hemû di destê Premer de bû.
MBC: Helwesta welatên Erebî li ser Encûmena Desthilatê çi bû, pêwendî pê re dikirin?
Serok Barzanî: Hemûyan xwe diparistin û pêwendî pê re nekirin, Îranê yekem welat bû pîrozî lê kir û hin welatên Ewropî jî pîrozî lê kir.
Referanduma serxwebûnê
MBC: Hin welatan bawer dikir, Kurdistan roja piştî referandumê dê serxwebûnê rabigihîne. Pilana we wiha bû?
Serok Barzanî: Berî referandumê û di referandumê de me negot emê serxwebûnê rabigihînin. Me got, ev ferfetek e ta gelê Kurdistanê raya xwe derbirîne û bi Bexdayê re bikivin diyalogê û bi diyalog û riyên aştiyane bigihin encman. Ev armanca me bû?
MBC: Masûd Barzanî ji nifşê nû yê Kurdistanê ditirsî ku girîngiyê nede doza Kurdî, wek nifşê bêştir?
Serok Barzanî: Serkeftina mezin, rêjeya mezin a deng daye serxwebûnê bû. Min pêşbînî nedikir ji sedî 93 ji gelê Kurdistanê dengê belê bidin serxwebûnê. Ji min re ev mezintirîn serkeftin bû.
MBC: Karvedanên navdewletî çawa bû, diyartirîn welatên piştevanî li referandumê dikir kî bûn?
Serok Barzanî: Gelek welatan berî referandumê raya xwe derdibirîn, heger piştevaniyê nekin, dê ne li dij bin, lê ew pabendî sozên xwe nebûn.
MBC: Wek çi dewletan?
Serok Barzanî: Dikarim bibêjim, hemûyan. Bê awarte. Lê bi pileyên cuda.
MBC: Tirkiye û Îran?
Serok Barzanî: Tirkiye û Îran gelekî li dij bûn û ala dijminatiyê hildan, welatên derdorê hemûyan.
MBC: Wate, ew li ser her tiştî nakok in, tenê li ser pirsa Kurd rêk dikevin?
Serok Barzanî: Belê, me wiha dît.
MBC: Tu di wê baweriyê de yî, tu yê rojekê vê xewnê bibînî bûye rastî?
Serok Barzanî: Ya girîng ew e, me bingeha xurt ji vî mafî re danî, nebêjim vê xewnê. Heta ku min nedît, nifşên piştî min dê bibînin. Ya girîng, ev e.
MBC: Tu îro li ser gelê Kurd dilniya yî?
Serok Barzanî: Belê dilniya me, ji ber ku gelê Kurd çespandin ku xwe radestî stemkariyê nake.
Şerê teroristên DAIŞê
Serok Baranî: DAIŞ diyardiyeke seyr bû. Pêştir terror hebû, lê di bin erdê de bû û operasyonên sînordar dikirin, wek teqîna otombîlekê, kesekî xwekuj xwe diteqand. Lê DAIŞ, di şevekê de me dît ku em li pêş bereyekê dirêjahiya wê 1050 K.M ne û li hember artêşekî rêkxistinkirî heye nave wê DAIŞ e, ku 1700 zirîpoş, tank û çekên şikêner ji artêşa Iraqê û ji Sûriyê jî bidest xistiye û êrîşeke berfireh anî ser me. Em jî bê karîn bûn, ji ber ku Hikûmeta Bexdayê rê neda çek bigihin Pêşmerge, tevî ku li gor destûrê, mafê Pêşmerge heye para xwe ji çekê bigihe artêşa Iraqê werbigire. Amerîkiyan jî fişar l Bexdayê nekir. Amerîka û Bexda erkên xwe li hember Pêşmerge bicih neanîn.
Di rojên destpêkê, welatî û Pêşmerge bi sîng û bawriyên xwe di rûyê DAIŞê de man.
MBC: Hilweşîna artêşa Iraqê li Mûsilê, hilweşandineke asayî bû?
Serok Barzanî: Artêşa Iraqê ava nebûye ku endametiya wê ji niştiman re be, belkû ji bo kesan ava bûye. Zanyariyên me hebû hin grûpê ji Sûriyê dê derbasî rojavayê Mûsilê bibin. Bo heyama salekê jî artêşa Iraqê li herêma Rumadî mijûl bû, DAIŞê karînên artêşa Iraqê bi awayekî metisîdar nehîştibû.
Li Mûsilê ew derbasî navçeya Hedir dibûn û xwe bicih dikirin. Me li Bexdayê pêşniyaz kir, ku em operasyoneke hevbeş bikin, ta wan ji wê navçeyê dûr bixin, lê Bexdayê girîngî neda vê pirsê. Piştre DAIŞê xwe bihêz û rêkxistin dikirin û şaneyên razayî durist dikirin û hin aliyên din jî hevkarî pê re kirin. Ji ber ku hêzên (artêşa Iraqê) hatine Mûsilê, hêzên taifî bû û kiryarên xirap kirin. Xelkê Mûsilê destpêkê dîtin ku DAIŞ wan nakuje.
MBC: Anku wan didît ku DAIŞ ji hêzên Iraqê dilovantir e?
Serok Barzanî: Belê, ev jî karesat bû. Bexdayê Fermandarê Hêzên Bejahî û Cîgirê Serokerkanê sand Mûsilê ta rewşê kontrol bike. Hejmarek ji teroristên DAIŞê – DAIŞ dirêjahiya Qaîdê ye – li Badoş di zîndanê de bûn, li gor zanyariyên me jî armanca DAIŞê rizgarkirina wan girtiyan bû. Serbazgeha Xizlanî li Mûsilê, baregeha fermandariya operasyonan bû û Fermandarê Hêzên Bejahî û Cîgirê Serokerkanê lê bûn, DAIŞ xwast vê serbazgehê mijûl bikin, DAIŞ bixwe pêşbînî nedikir Mûsil wiha bi hêsanî bikeve destê wê. Êrîşa wan li ser Badoş bû, reng e hin paswanan jî bi wan pêwendî dikirin, bi guleyên Hawinê li serbazgehê dan, Fermandarê Hêzên Bejahî û Cîgirê Serokerkanê û hemû fermandarê Firqeya Du reviyan, ev nûçe belav bû û yekser şaneyên razayî rabûn, DAIŞê bi Badoşê re Mûsil jî girt.
MBC: Hin dibêjin Malîkî Mûsil radestî DAIŞê kir, tu bi vê gotinê re yî?
Serok Barzanî: Nûrî Malîkî bawer dikir ku hêzên li Mûsilê ne lêvegera wan jê re ne û dê ji bo wî şer bikin, lê tiştê bûye, serbazan cil ji xwe kirin û reviyan û piraniya wan xwe radestî Pêşmerge kirin.
MBC: Me dît Mesûd Barzanî di temen û rewşeke cuda de vedigere eniyên şer, ku rewşa doza Kurdî jî cuda bûye, çi hîşt tu vegerî eniyên şer?
Serok Barzanî: Min hest bi metirsîdariya rewşê kir. Ji ber ku hovîtiya me ji DAIŞ dîtiye, me pêştir di pirtûkan de nexwendibû, serjêkirin, kuştin, destdirêjî. Gelê me li pêş çarenivîseke reş de bû, neçar bûm bi erkê xwe rabim.
MBC: Tevî gelek fermandarên li derdora Mesûd Barzanî hişyarî didan, ji ber ku şer gelekî nêzîk bû.
Serok Barzanî: Roj û hefteyên destpêkê pêwîst dikir ez li wir bim, ji ber rewş gelekî metirsîdar bû, hin bere jî hilweşiyabûn, ji ber ku ew ezmûnekî nû bû. Wek mînak, wan 1700 otombîlên dijîguleyan desteser kiribûn, guleyên me jî bandor li wan dikirin. Ew bi van zirîpoşan dihatin ser bereya Pêşmerge û bi temamî wêran dikirin. Rojên destpêkê gelekî giran bûn.
MBC: Tu ji wê ditirsî ku nifşê nû yê Kurd yê di rewşeke cuda de mezin bûye, ne di astê nifşê berê yê xebat kirine de be?
Serok Barzanî: Di rastiyê de tirsiyam ji ber ku hin ji nifşê berê şehîd bûn û hinên din temenê wan rê nade li wan bereyan bin, nifşê nû ezmûna wan nebû, lê piştî du hefteyan leheng jê derketin ku mirov şanaziyê pê dike.
Du hefteyên destpêkê di rûyê êrîşan de rawestiyan, di hefteya sêyem de me cihên xwe tund kirin, di hefteya çarem de me dest bi êrîşên berûvajî kirin.
DAIŞ otombîleke teqîner sand, Fermandarê hêzeke taybet dît ku ti rê nema, loma bi otombîla xwe çû li pêş wê otombîla teqîner rawestiya û rê neda ew otombîla teqîner bigihe hêza xwe, wî xwe kir qurbanî ta hêza xwe ziyanê nebîne.
MBC: Amerîka di wê demê de piştevanî bi awayekî mezin da Kurd?
Serok Barzanî: Pêştir Amerîka ti piştevanî nekir, heta fişar li Bexdayê nekir, ta bi erkên xwe li hember me rabe. Lê piştî êrîşa DAIŞê, ji aliyê esmanî ve piştevanî dan, di rastiyê de Hevpeymaniya Navdewletî çê bû hemûyan pêendî bi me re kir. Ez ti carî serdana Serok Fransayê François Holland bo Hewlêrê ji bîr nakim, di roja 12 Îlonê de bû ku Hewlêr wê demê di metirsiyê de bû û DAIŞ gelekî ji Hewlêrê bûbû. Almanya çekê Mîlan pêşkêşî me kir, wê jî ku hevkêşeya şer guhart. Herwiha gelek welatan wek Siûdiye, Îmaran Urdin pêwedî kirin.
MBC: Wê demê rola Îranê çi bû?
Serok Barzanî: Di rojên destpêkê de cebilxaneya li dijî zirîpoşan pêşkêş kirin. Qasim Suleymanî pêwendî bi min re kir, pirs kirk u ew çi dikare ji bo me bike, min got heger derfet hebe, cebilxaneya li dijî zirîpoşan bi me pêwîst e, guleyên RPG û Doşka. Roja din du firokeyên cebilxane şandin.
Bersiva Hesen Nesrula
MBC: Te daxuyaniya Hesen Nesrula derbarê hevkariyên Îran bihîst, lê te bersiv neda, lê em dixwazin di vê bernameyê de tu li ser wê babetê biaxivî. Bersiva te çi ye?
Serok Barzanî: Birayên Ereb berî Kurdan bersiva wî dan, Kurdan jî bersiv dan. Di rastiyê de ew şanoyeke têkçûyî û çêrokeke çêkirî ye.
MBC: Çi sedemê hîşt ku ew wiha biaxive?
Serok Barzanî: Bi rastî nizanim.
Serdana Siûdiyê û pêşwaziya Şah Silêman
Serok Barzanî: Heta niha 4, 5 caran serdana Şahînşahiya Siûdiyê kiriye. Min hevdîtin bi Şah Fehed, Şah Ebdulah, Şah Selman re kirin. Şah Ebdulah çêrokek ji min re got, min ew yek nizanîbû, min amaje bi pêwendiya Barzaniyê Nemir û Şah Feysel kir, Şah Feysel pêwendî bi Barzaniyê Nemir dikir û hevkarî jî pêşkêş dikirin, Şah Ebdula got ku pêwendî ji wê kevintir e, ku pêwendî vedigere serdema Şah Ebdulezîz. Ev jî ji min re tiştekî nû û girîng e.
MBC: Sê serdem, Şah Fehed, Şah Ebdulah û Şah Selman, te ti helwestên cuda li hember pirsa Kurd di navbera wan de dît?
Serok Barzanî: Di rastiyê de, helwestên hemûyan mirovî û mezin bûn. Dawî serdana min bo Şah Selman rêzgirtina wî gelekî diyar bû. Spasî û pêzanîna min ji gel û serkirdatiya Siûidiyê re heye.
K24
