• Monday, 09 February 2026
logo

Sîstema patriotan hate ektîf kirin

Gulan Media April 11, 2020 Nûçe
Sîstema patriotan hate ektîf kirin
li EYn Esed û Hewlêrê hatiye bicîhkirin
Li gor çapemeniya Amerîkayê, sîstema berevaniya mûşekî ya Patriot ku ji aliyê Amerîkayê ve li hin deverên Îraqê hatiye bicîhkirin, hatiye ektîfkirin.

Di vê derbarê de rojnameya Washinton Post belav kir ku Amerîka bi mebesta hêzên xwe yên leşkerî yên ku li Îraqê ne û beriya niha êrîşî ser wan hatiye kirin, sîstema berevaniya Patriot ku li Eyn Esed bicîh kiribû, ektîf kiriye.

Weke tê zanîn Amerîka du sîstemên berevanî yên mûşekî li Hewlêr û navenda leşkerî ya Eyn Esed li parêzgeha Enbarê bicîh kiriye.
Top