• Saturday, 07 February 2026
logo

Dr. Fazil Umer, pisporê zimanê Kurdî - Dihok: Kêmasiyên gelek mezin di zimanê Kurdî de hene û pêwîst e hikûmet ji aliyê wezaretên pêwendîdar ve planek ji bo çareserkirina wan hebe.

Gulan Media August 18, 2025 Raport
Dr. Fazil Umer, pisporê zimanê Kurdî - Dihok: Kêmasiyên gelek mezin di zimanê Kurdî de hene û pêwîst e hikûmet ji aliyê wezaretên pêwendîdar ve planek ji bo çareserkirina wan hebe.

Dr. Fazil Umer, pisporê zimanê Kurdî - Dihok: Kêmasiyên gelek mezin di zimanê Kurdî de hene û pêwîst e hikûmet ji aliyê wezaretên pêwendîdar ve planek ji bo çareserkirina wan hebe.

Li Iraqê zimanê fermî li gorî destûrê her du zimanên Erebî û Kurdî ne, lê li gorî pêwîstiyê kar pê nehatiye kirin. Pirsgirêka zimanê Kurdî ji wir dest pê kiriye ku zimanên din zêdetir girîngî pê tê dayîn li hember zimanê dayikê. Ev rastî li dibistanên taybet ên ku bi zimanê Îngilîzî yan Erebî ders didin, bi zelalî diyar e. Gelek asayî ye ku komek ji van dibistanan hebin. Yanî ne tenê bi Îngilîzî, dibe ku bi Swêdî û bi Rûsî, yan bi zimanên din jî bên vekirin. Lê bêguman nabe ku ji zimanê fermî, yan zimanê dayikê ku zimanê Kurdî ye, zêdetir bin. Di vê çarçoveyê de eger plana me nebe, hebûna van dibistanên taybet ên ku bo nimûne bi zimanê Îngilîzî hatine vekirin, dê bandoreke wan a gelek xirab li ser zimanê Kurdî hebe. Ma nabe her kesek were ji bo xwe dibistanekê veke û rêzê li zimanê dayikê negire. Rast e li hemû cîhanê dibistanên taybet bi zimanê duyem hene, yanî taybet bi Frensî, Rûsî, Çînî û her zimanekî ku tu bixwazî, lê ne li ser hesabê zimanê serekî yê welêt e. Li vir dimîne ser wê yekê ku plana Wezareta Perwerdeyê û Wezareta Xwendina Bilind, yan plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo zimanê dayikê li van dibistan û zanîngehan çi ye? Yanî eger plan tenê ew be ku hejmareke zêde ya xelkê, yan em bibêjin ewên ku xwendinê diqedînin, gelek şareza bin di zimanekî diyarkirî de, bo nimûne zimanê Îngilîzî, ku Hikûmeta Herêmê û sazîyên wê di paşerojê de kar pê bikin, ev karekî baş e, lê ne li ser hesabê zimanê Kurdî be. Em bibêjin xelkê dikişîne û xelk wisa dibîne ku eger Îngilîzî bizanibe, eger ji dibistaneke ku bi zimanê Îngilîzî be derbiçe, dê kolej yan zanîngeheke baştir û derfetên kar ên baştir bi dest bixe û hemû cîhan jî bi vî awayî birêve diçe. Yanî eger Kurd bi giştî û xelkê herêma me bi vî alî ve biçe, wê demê dê zimanê Kurdî bibe yê duyem, ji ber ku wê gavê zimanê Kurdî bi awayekî sîstematîk dikeve bin metirsiyê. Bo nimûne li Bakurê Kurdistanê (Tirkiye) rewş gelek xirab e û li Rojhilat (Îran) ne baş e, lê li Rojava (Sûriye) yanî li Rojavayê Kurdistanê tenê di van salên dawî de ji bo zimanê Kurdî rewşeke baş çêbûye. Saziyên me jî di vî warî de kêmxemî nekirine.

Niha di jîriya çêkirî (artificial intelligence) de jî zimanê Kurdî derketiye, wate zimanê Kurdî di vî warî de pêş ketiye ku gelek zimanên din ên cîhanê ku xwedî dewlet in, neketine nav vî warî. Ev jî pêşketineke gelek baş e û paşerojeke geş û avadan li pêşiya me ye. Lê di sektorên bazirganî, geştiyarî û hêza kar de, bi taybetî karkerên biyanî û koçber û penaberên Ereb û biyanî yên li vê herêmê, ji aliyê girîngîdana bi zimanê Kurdî ve lawaziyeke wan a mezin heye. Tewra ji bo fêrbûna ziman jî, li welatên biyanî, karkerek, doktorek an mamosteyek nîne ku were bi te re kar bike eger zimanê wî welatî nizane. Yanî ev hemû bi rastî kêmasiyên gelek berçav û mezin in û pêwîst e ev bên çareserkirin. Pêwîst e ew kompaniyên ku karkeran ji derve tînin, wan tevlî dewreyan (kursan) bikin, ji bo dema şeş mehan, an salekê, heta ku fêrî ziman bibin. Yanî bingehên ziman fêr bibin, da ku bikaribin danûstandinê li gel xelkê bikin. Ev nezanîna zimanê Kurdî li cem kesên biyanî li Herêma Kurdistanê di hinek waran de gelek metirsîdar e, bo nimûne di warê pîşeya doktoriyê de. Ma nabe doktorekî biyanî li vir kar bike û zimanê Kurdî nizane û ji peyvekê fêm nake, bi vê yekê nikare çareseriyeke baş ji bo nexweşan destnîşan bike, an dibe ku doktor bi şaşî fêm bike. Ev jî bi rastî kêmasiyeke gelek mezin e. Pêwîst e hikûmet di rêya Wezareta Perwerdeyê, Rewşenbîrî, Geştûguzarî û aliyên din ên pêwendîdar ve planeke wan hebe û pêwîst e di vê çarçoveyê de karên gelek bilez û ciddî bikin. Pêwîst e dibistanek an peymangehek hebe vî karî bike, dema ev xelk tên, demildest waneyeke Kurdî ji wan re bê dayîn, heta ku bawernameyeke destpêkî di vî zimanî de werbigrin. Li hemû cîhanê bi vî awayî ye, çima li cem me wisa nebe? Bi rastî hest dikim ku ev kêmasiyek e li hember zimanê me, em di vî warî de lawaz in û pêwîst e em xwe çareser bikin.

 

Gulan

Top