• Saturday, 31 January 2026
logo

Ferhad Mihemed, Endamê Bazneya Gotûbêj: Ji bo ku em tûrîzmê bikin çand û pîşe, divê rêberên tûrîstîk hebin

Gulan Media January 5, 2026 Raport
Ferhad Mihemed, Endamê Bazneya Gotûbêj: Ji bo ku em tûrîzmê bikin çand û pîşe, divê rêberên tûrîstîk hebin

Ferhad Mihemed, Endamê Bazneya Gotûbêj: Ji bo ku em tûrîzmê bikin çand û pîşe, divê rêberên tûrîstîk hebin

 

Ferhad Mihemed, endamê Bazneya Gotûbêj û endamê Beşa Rewşenbîrî û Ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û sernivîskarê kovara Gulan e. Di gotûbêja vê carê ya «Bazneya Gotûbêj» de ya bi navê (Tûrîzm: Pira peywendiya di navbera çandên cuda de), nêrîn û pêşniyarên xwe bi vî rengî anîn ziman:

Herێma Kurdistanê li ser nexşeya erdnîgariya herêmê wekî herêmeke stratejîk a girîng tê dîtin. Ev ne tenê ji ber jeopolîtîka herêmê ye, lê di serî de ji ber ku wekî derguşa şaristaniyên mirovahiyê tê hesibandin. Her wiha, ew xwezaya dilrevîn û bêhempa ya ku Xwedê dayê, xwedî hemû hêmanên bingehîn e ji bo avakirina pîşesaziyeke mezin a tûrîzmê. Lê belê ev sermayeya xwezayî bi tenê ne bes e, pêdivî bi planeke xurt, binesaziyeke bihêz û guhertineke bingehîn di nêrîna civak û hikûmetê de ji bo vê sektorê heye.

Yek ji stûnên sereke yên geşepêdana her welatekî di warê tûrîzmê de, hebûna binesaziyeke veguhastina modern e. Ji bo Herêma Kurdistanê, di kabîneya nehem de giringiyeke pir mezin bi projeyên rê û banan hatiye dan. Lê ji bo ku tûrîzm bibe pîşesaziyeke modern û çavkaniyeke mezin a dahatê ji bo Kurdistanê, divê giringiyeke zêdetir bi çêkirina rêyên pir baş û standard bê dan, bi taybetî ji bo wan cihên geştiyarî yên ku dikevin navçeyên çiyayî û dûrdest. Gava geştiyarek biryar dide serdana herêmekê bike, yekem tiştê ku lê difikire asaniya gihîştinê û ewlehiya rê ye.

Herêma Kurdistanê ji ber aramiya ewlehî û xwezaya xwe, zemîneyeke pir guncav e ji bo ku kompanyayên mezin û navdewletî yên warê tûrîzmê berê xwe bidin Kurdistanê. Divê hikûmet hêsankariyên yasayî û îdarî bike da ku ev kompanya bên û projeyên tûrîstîk ên mezin, wekî havîngehên navdewletî, teleferîkên pêşketî û bajarên tûrîstîk ên modern ava bikin. Hatina van kompanyayan ne tenê projeyên nû ne, lê belê veguhestina ezmûn û teknolojiya nû ya tûrîzmê ye bo nav Kurdistanê, ku ev jî asta tûrîzma herêmê ji asteke navxweyî ber bi asteke cîhanî ve bilind dike.

Li Herêma Kurdistanê hewl hatine dayîn ku beşên tûrîzmê di zanîngeh û peymangehan de werin vekirin, her wiha li ser asta parêzgehan jî amadeyiyên tûrîstîk hatine vekirin ji bo ku rêberên tûrîstîk perwerde bikin. Lê kêşeya mezin ew e ku ev derçûyî piştî qedandina xwendinê bi bêkariyê re rûbirû dibin. Ji bo ku ev sermayeya mirovî pûç nebe, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya planekê de bi xwedan proje û kompanyayên sektora tûrîzmê re, di çarçoveyeke yasayî de cihê kar ji bo derçûyên beşên tûrîzmê di nav projeyên sektora taybet de peyda bike.

Xaleke din ku wekî asteng li pêşiya pêşketina sektora tûrîzmê heye, ew astengên civakî ne ku dihêlin ciwanên me (keç û kur) kêmtir bixwazin di sektora tûrîzmê de kar bikin. Ev mijar pêdivî bi plan û xebateke cidî heye ji bo ku tûrîzm wekî «çand û pîşe» bête naskirin. Ji bo ku em ciwanan han bidin di vê sektorê de kar bikin, divê di serî de di navendên xwendinê û medyayê de li ser guhertina nêrîna giştî bête xebitîn. Divê karkirina di otêl, rîstorant û wekî rêberekî tûrîstîk wekî pîşeyeke bi rûmet û cihê şanaziyê bête nîşandan. Her gava ku tûrîzm bû beşek ji çanda me ya rojane û ciwanên me zanîn ku xizmetkirina mêvan û geştiyaran beşek e ji geşepêdana aborî û niştimanî, wê demê em dikarin bêjin ku me bingeheke mirovî ya bi hêz ji bo vê pîşesaziyê ava kiriye.

Mijareke din ku astengiyan ji bo geştiyaran çêdike, pirsgirêka xalên kontrolê (bazge) yên di navbera Herêm û parêzgehên din ên Iraqê de ne. Di niha de ew geştiyar çavkaniya sereke û hêza livandina bazara tûrîzmê ne li Kurdistanê. Ji ber vê yekê girîng e ku dezgehên polîs û asayîşê bernameyeke xurt ji bo çareserkirina vê astengiyê bibînin; ev jî ne li ser hesabê aramî û ewlehiya Herêmê, lê belê bi berfirehkirina xalên kontrolê û danîna karmendên zêdetir da ku karûbarên geştiyaran bi zûyî biqedînin. Li ser giringîdana bi projeyên tûrîzmê jî, girîng e ku hikûmet û sektora taybet bi hev re kar bikin ji bo dabînkirina cihên mayînê yên pir baş (otêl û motêlên modern û rîstorantên bi kalîte), ku xizmetguzariyeke navdewletî pêşkêş bikin. Divê ev cih li gorî budceyên cuda yên geştiyaran bin û hemû pêdiviyên malbatî tê de hebin.

Di dawiyê de ez van pêşniyaran pêşkêş dikim:

Derxistina yasayekê ku hemû otêl û projeyên tûrîstîk pabend bike ku bi kêmî ve 50% ji karmendên wan derçûyên beşên tûrîzmê yên zanîngeh û peymangehên Kurdistanê bin. Ev dê bibe sedema peydakirina derfetên kar û bilindkirina asta akademîk a xizmetguzariyan.
Pêşkêşkirina hêsankariyên bacê û terxankirina erdî ji bo wan kompanyayên navdewletî yên ku projeyên tûrîstîk ên stratejîk û mezin (bi qebareya bi sedan milyon dolaran) li Herêmê pêk tînin.
Komeleya Geştiyarî hemû rêberên tûrîstîk li cem xwe kom bike. Ev komeleya ku bi fermî molet wergirtiye, divê erka wê ya sereke parastina mafên pîşeyî yên rêberan û birêkxistina sektora tûrîzmê be.
Marketîng û danasîna navçeyên tûrîstîk ên Kurdistanê li ser asta Iraq û derve bibe kampanyayeke mezin, da ku geştiyar bi dîmenên bedew û aramiya Kurdistanê agahdar bibin.
Danîna sîstemeke çavdêriyê ya hûr li ser biha û kalîteya rîstorant û otêlan, da ku geştiyar neyên xapandin û baweriya wan bi sîsteman hebe.

 

 

Top