Fereydun Saman, Sernivîskarê kovarên Zimanînasî û Ziman û Zar: Li herêmên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê, xwendina zimanê Kurdî bi temamî hatiye paşguhxistin
Fereydun Saman, Sernivîskarê kovarên Zimanînasî û Ziman û Zar: Li herêmên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê, xwendina zimanê Kurdî bi temamî hatiye paşguhxistin
Çendîn gef û metirsî li ser zimanê Kurdî hene, û mirov dikare amaje bi sedemên derve bike, ku mixabin heta niha li wan welatên ku Kurdistan li ser wan hatiye dabeşkirin, zimanê Kurdî hêj di warê destûrî yê wan welatan de qedexe ye, tune ye û zimanê Kurdî tê înkarkirin. Li Iraqê jî, bi taybetî piştî 2003an, di biryara Encûmena Niştimanî ya Iraqê de ku zimanê Kurdî hatiye pejirandin û wek zimanê Erebî zimanekî fermî ye, lê li derveyî Herêma Kurdistanê, ango li deverên bi nakok, di warê pratîkê de zimanê Kurdî hatiye paşguhxistin. Mînak, li Kerkûk û Xaneqînê zimanê Kurdî nayê xwendin. Heta li navîn û başûrê Iraqê ku kêmîneyeke zêde ya Kurdan lê heye, bi heman şêweyî zimanê Kurdî nayê xwendin û hatiye paşguhxistin. Sedemeke din a paşguhxistina zimanê Kurdî vedigere ser aliyê îdeolojîk û aliyê dînî; hene kesên ku bi şaşîtî ji dîn fêm kirine û bawer dikin ku zimanê dînê wan zimanê bihuştê ye û zimanekî pîroz e, lê zimanê Kurdî zimanê ajanda û dijminan û tiştên wiha ye. Ji ber vê yekê, hene kesên ku hevsozî û girêdana wan ji bo zimanê dayikê, ango ji bo zimanê Kurdî nîne.
Di saziyên geştyarî û bazirganiyê de heta niha piraniya tabelayan bi zimanê Îngilîzî yan bi Erebî ne. Heta yên ku bi zimanê Kurdî ne jî, bi Kurdiyeke şaş hatine nivîsandin, rênivîs û xalbendî li ber çavan nehatiye girtin. Ev diyarde bi rastî diyardeyeke ku gefeke rasterast e li ser ewlekariya me ya neteweyî û li ser ewlekariya zimanê Kurdî. Sedemeke din jî hebûna ewqas dibistan û xwendingehên taybet û nehikûmî ye ku programên wan ên xwendinê bi zimanên biyanî, bi taybetî bi zimanê Îngilîzî ne. Ev rêça ku derketiye holê, gelekî biyanî ye ji zimanê Kurdî re. Mixabin ku nedibû wisa bibûya. Diviyabû di sîstema perwerdehiyê de tiştek bihata kirin ku zimanê Kurdî zimanek bûya ku di qonaxên xwendina seretayî de, wek zimanê Îngilîzî, rojane bihata xwendin. Her wiha, ew mamoste divê mamosteyên şareza bin, ne mamosteyekî kêmceribandin û ne perwerdekirî be. Ji ber vê yekê, pêwîst e di dibistanên taybet de girîngiyeke mezin bi zimanê Kurdî bê dayîn. Mercê wergirtinê li wan dibistanan ew be ku eger mamosteyê şareza nebe, yan dersên zimanê Kurdî ne pêşketî bin, ew xwendekar nikaribin bixwînin û heta ew dibistanên taybet ên ku girîngiyê nadin zimanê dayikê, bên cezakirin.
Xaleke din a girîng hebûna hejmareke zêde ya karker û mirovên biyanî ye ku li Kurdistanê dijîn. Ew karker û karmendên ku ji bo kar tên, li kompaniyan yan li cihên sektora taybet peymanan çêdikin, mercê serekî ew e ku fêrî zimanê fermî yê wî welatî bibin. Dîsa mixabin li Herêma Kurdistanê bi vê yekê nayê kirin. Bi raya min, pêwîst e ji wan re dewreyên perwerdehiya zimanê Kurdî bên vekirin û ev bibe mercê peyman û karê wan.
Gulan
