Serokwezîrê Brîtanyayê ji beşa çavdêriya hûr hat derxistin
Berpirsên Brîtanî ragihandin, Boris Johnson, Serokwezîrê Brîtanyayê, di qonaxa başbûnê de ye û dê li jêr çavdêriya pizîşkî de bimîne heta ku korona li gel nemîne.
Kêmtir ji heftiyekê berî niha, Boris Johnson, bo nexweşxaneyê hatibû veguhastin û ji ber xerabbûna rewşa tenduristiya wî, bo beşa çavdêriya hûr hatibû rakirin.
Boris Johnson piştî razandina li beşa çavdêriya hûr, oksijen bo hat dabînkirin, lêbelê pêwîstî bi amûrê henasedanê nebû.
Li Brîtanyayê, zêdetirî 60 hezar kes bi vîrusa koronaya nû (COVID-19) ketine û ji wê hejmarê jî, nêzikî 8 hezar kesan canê xwe ji dest dane û tenê 135 kes baş bûne.
Rudaw
