• Monday, 09 February 2026
logo

KURDISTAN – 9 kesên bin bi koronayê ketin

Gulan Media April 10, 2020 Nûçe
KURDISTAN – 9 kesên bin bi koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê pêketina 9 kesên din bi koronayê li Hewlêrê ragihand.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, 9 kesên din li Hewlêrê bi vîrusa koronayê ketine.

Heta niha li Hewlêrê 168 kes bi vîrusa koronayê ketine û ji wê hejmarê jî 29 kes baş bûne û ti haletên mirina bi koronayê li Hewlêrê nehatine tomarkirin.

Li Herêma Kurdistanê, bi giştî 324 kes bi vîrusa koronayê ketine, ji wê hejmarê jî 134 kes baş bûne û 3 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Rudaw
Top