Barzanî, peywendiyeke telefonî ligel rêveberên polîsên Hewlêrê û Silêmanî û Dihokê pêk anî
Di destpêka peywendîyê de, serokê wezîran li gel Aso Şêx Teha, rêveberê polîsên Silêmanîyê axivt, ji rewşa wî, malbat, kesûkarên wî û tevaya karmendên polîsên Silêmanîyê pirsî û got: Bi cidî hun bûne sîmbulê qeheremanîyê û ew karê hun dikin bo paraztina jîyana xelkî, cihê şanazîya me hemûyane û hun cihê şanazîyê ne û bi we serbilindim û destxweşîyê li hewe dikim û hêvîdarim berdewam bin di vê erêkê pîroz de, bo paraztina jîyana hemû xelkên Kurdistanê.
Di beranber de, Aso Şêx Teha got: Ev peywendîya cenabê hewe, we li me dike zêdetir hewil bidîn bo paraztina canê hevwelatîyan û ew erkê pîrozê ser milên me bi baştir encam bidîn.
Her di vê çarçoveyê de Barzanî li gel Dilêr Necar axivt û rêvebrê polîsên Hewlêrê got: 24 demjimêran di erik deyîne. Ez bi xwe jî 20 demjimêran li ser cadeyê me, di beranber de, serok wezîran bi girnijîn ve gote wî: Heke tu ev qas li ser cadeyê bî, tu li gel mal çawanî? rê didin tû vegerî mal.
Di pişkeka dî ya peywendîyên de, Barzanî tekez kir, heke em hemû hevkar bîn dikarîn rewşê kontirol bikîn. Renge bi danana şînîyekê yan kombûnekê ku kesên neberpirsyar encam bidin, xelkek mezin tûş bibe. Dixwazim bi hevwelatîyan re bibêjêm, ew core kesên hanê bi tenê xwe azar nadin, lê hemû xelkên Kurdistanê azar didin.
Di peyamekê de bo rêveberê giştî yê polîsên parêzgeha Duhokê, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bala rêveberê polîsan kişande ser kempên awareyan û penaberên sinûrê parêzgeha Duhokê û got: Çawa xelkê Herêma Kurdistanê diparêzin zêdetir wan heval û xelkên din biparêzin, çunku ew mihvanên me ne û emanet in li ba me.
Di dawîya peywendîya xwe de jî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz kir, hêzên navxwe zêdetir haydarê rewşa tenduristîya xwe bin û xwe biparêzin.
Basnews
