• Monday, 09 February 2026
logo

Rêveberiya Bendavên Kurdistanê: Gelek bendavên me tije av bûne

Gulan Media April 10, 2020 Nûçe
Rêveberiya Bendavên Kurdistanê: Gelek bendavên me tije av bûne
Rêveberê Bendavên Herêma Kurdistanê Ekrem Salih aşkere kir ligel sala borî ava bendavan kêm e, lê cihê dilxweşiyêye ku gelek bendavên Herêma Kurdistanê tijî av bûne.

Îro roja înê 10.04.2020an Ekrem Salih ji BasNewsê re axivî û rewşa dawî ya ava bendavên Kurdistanê şîrove kir. Ekrem Salih got:” Gelek bendavên avê yên Herêma Kurdistanê tîkî av bûne. Barîna avê baş bû îsal û cihê dilxweşiyê ye. Herçend rêjeya baran barînê îsal weku parsal nîne jî rêjeya avê ya bendevên baş e.”

Herwiha Ekrem Salih da zanîn jî li Herêma Kurdistanê 17 bendav hene 3 bendav jê mezin in û 14 bendavên din jî biçûk in. Cihê dilxweşiyêye îsal hemû bendavên me yên biçûk tîjî av bûne. Bendavên mezin jî di ser nêvî re ne. 4 miliyar û 430 miliyon metirçargoşe av di Bendava Dukanê deye. Ew avê dike ji %60 av. 1 miliyar û 500 miliyon çargoşe av di Derbendîxanê de heye.”

Di berdewamiyê jî de Ekrem Salih tekezî li ser wê yeke kir ku proseya çêkirina bendavan nû jî berdewam dike.

Basnews
Top